Li 15 girtiyan êşkence kirin

Sêşem 24 Çile 2023 - 01:49

Girtiyê bi navê Lokman Aslan (40) ê ev ku 23 sal in girtî ye û li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 ya Xarpetê tê ragirtin, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û got, gardiyanan êşkence li wî û 15 girtiyan kiriye.

Aslan got: “Xwarinên girtîgehê gelekî xerab in. Di taşteyê de tenê 2 zeytûnan, parçeyek penîr û nîv nanî didin girtiyan. Hema hema her şev gardiyan bi ser qawîşan de digirin. Di hinek serdegirtinên qawîşan de gardiyan bi ava şid êriş dikin. Me nerazîbûn nîşanî van sepanên dermirovî da. Bi vê hincetê jî gardiyanan bi rengekî hovane li min û 15 girtiyan xist.”

Birayê Aslan, Sûat Aslan jî da zanîn ku piştî du salan, cara ewilî beriya bi hefteyekê kariye bi birayê xwe re hevdîtinê bike û got; “Me tenê karî 20 deqeyan hev bibînin. Girtiyan sewqî girtîgehên dûrî malbatên wan dikin. Ev jî besî wan nake ku roj bi roj sepanên bêperwa dixin meriyetê. Em van sepanên li girtiyan tên ferzkirin, red dikin. Banga me ji bo rayedaran ew e ku di çarçoveya heq û hiqûqê de nêzî girtiyan bibin.”

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.