Leyla wê şervanan derman bike

Duşem 5 Hezîran 2023 - 14:16

Keça şehîd Feysel Ebû Leyla, gav bi gav ber bi pêkanîna xeyalên bavê xwe ve diçe ku bibe bijîşkek û şervan û zarokên şehîdan derman bike.

Dema ku fermandarê Tabûrên Şems El Şemal Feysel Ebû Leyla 5'ê Hezîrana 2016'an di Pêngava Rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bû, keça wî Leyla 6 salî bû. Şehîd Ebû Leyla hêvî dikir ku keça wî Leyla paşerojê bibe bijîşkek. Leyla hewl dide wesiyeta bavê xwe bi cih bîne.

Leyla piştî ku refa 7'an serketî qedand û karnameya xwe wergirt, çû serdana gora bavê û jê re got, ew ê wesiyeta wî bi cih bîne û paşerojê bibe bijîşkek, zarokên şehîdan û şervanên li eniyên berxwedanê yên birîndar, derman bike.

Leylayê got, "Bavê min gelek leheng bû û canê xwe feda kir di wê oxirê de da ku zarokên welatê min bi aramî bijîn. Ez bi şehadeta bavê xwe serbilind im. Bavê min li her cihê ku şer lê diqewimî bû. Her timî bavê me bi me re rast bû û digot, ez ne ji bo we tenê şer dikim, ji bo tevahiya zarokên ku bi xetera çeteyan re rû bi rû ne, şer dikim. Ji me re digot, bixwînin ji bo serê min bi we bilind be. Ji min dixwest ku ez bibim bijîşk ji bo ku zarokên şehîdan û şervanên li xendekên berxwedanê derman bikim. Ji ber vê yekê ez dixwînin. Ez fêrî zimanê Kurdî dibim ku hêviya bavê min bû."

Nexwest ev xak bê qirêjkirin

Leylayê bi bîr xist ku bavê wê kêm caran çûye serdana malê û wexta wî hemû li şer diçû, "Bavê min qebûl nedikir ku ev xak ji aliyê çeteyan ve were qirêjkirin û tevahî dema xwe dabû vê armancê. Em bi hêrs nedibûn, ji ber ku me dizanî ya ku bavê min dike dirust e, baweriya me pê gelekê xurt bû. Me dizanî ku dev ji xaka xwe ya ku li benda rizgarkirina ji terorê ye, bernade û bi serbilindî gihîşt asta şehadetê."

Bi min serbilind be

Dema şerê li Kobanê, Ebû Leyla nameyek ji keça xwe Leylayê re nivîsand. Name wiha ye:

"Rêya me wiha ye. Parastin û kar erkên me ne. Ez ê ji bo te û zarokên wekî te şer bikim. Ji bo ku zarokên van xakan di paşerojeke xweştir û azad de bijîn, em sînga xwe didin ber tehlukeyan, ji bo dema hûn mezin bibin, nebêjin we tiştek ji bo me nekir. Min pirr bêriya te kiriye Leyla. Heger sax bim yan jî şehîd bim, tu yê bi bavê xwe serbilind bî."

Fermandar Feysel Ebû Leyla bi lehengî beşdarî şerê li hemberî hêzên hikûmeta Şamê yên li taxên Eşrefiyê, Şêxmeqsûd, Heleb a Kevn û eniya Laziqiyê bû. Her wiha di berxwedana dîrokî ya Kobanê, pêngavên rizgarkirina Sirrîn, Girê Spî, Hol, Şedadê û Bendava Tişrîn ji çeteyên DAIŞ'ê de cih girt. Herî dawîn di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de şehîd bû. Piştî şehadeta wî pêngav bi navê "Pêngava Fermandar Feysel Ebû Leyla ya Rizgarkirina Minbicê" dewam kir û bi rizgarkirina tevahiya Minbicê bi encam bû.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.