LEWerger cara 8’an derket

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 4 Çile 2025 - 00:57

Kovara taybet li ser wergera helbestê LEWerger bi hejmara xwe ya 8'an li pêşberî xwendevanên xwe ye.

Kovara LEWerger ku her çar mehan carek tam di dema xwe de derdikeve, niha hejmara xwe ya nû, hejmara rêbendan-reşemî-adar-avrêla 2025'an pêşkêş kir. Kovarê di vê hejmarê de jî ji wêjeya cîhanê gelek nav anîne ber desten xwendevanên kurdî. Û kovarê ji bo hejmarên bê biryarên nû standine.

Edîtoriya kovarê dibêje, "Tevî wergêrên LEWê, me hewl da ku nemaze jî em rê bibin ser navên ku rê bi ser neketine; navên ku li taldeyan hatine jibîrkirin û navên ku wan û tekstên xwe ro nedîtine! We divê vê kira me wekî jest an diyariyeke sersalê yan jî wekî pêşgavên destpêkeke nû qebûl bikin..." û ji bo hejmarên pêşiya me jî wisa gotiye, "Ji vê hejmarê pê ve em ê îcar tematîk bixebitin; naveroka hejmara bê helbestên jinan e, hejmara dîtir jî hez û eşq/evîn e û hejmarên piştre jî wê şer û şoreş, koçberî û sirgûn û hwd. bin. Her wiha, di demên pêş de wê ji bo xwendevanên kurdî surprîzeke me hebe; li bendê bin."

Di vê hejmarê de ji Maria Wine ya swêdî heta Kurt Schwitters ê alman, ji Vahê Godel ê fransiz-swîsreyî heta Maryam al-Attar a ereb ji dinyayê helbestên gelek helbestvanan wergerandine.
Ji nav helbestan klama 6'an a Ilyadaya Homeros jî balê dikişine. Dîsa helbesteke dirêj a Ingrid Hoffman Sey a bi navê "Li Amedê" jî derdikeve pêş. 

DIYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.