LEWerger cara 3’yan derket

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Gulan 2023 - 02:36

Kovara bi navê “LEWerger” ku bi wergerên helbestan dadikeve, bi hejmara xwe ya 3’yan dîsa derket. Kovara LEWerger hewl dide ji zimanên biyanî helbestan wergerîne Kurmancî û Soranî.

LEWerger çar mehan carekê derdikeve. Hejmara nû jî ya Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê ye. Di vê hejmarê de jî dîsa birrek werger û nivîsên li ser wergerê hatine belavkirin.

Hin helbestvanên ku helbestên wan ji bo Kurdî hatine wergerandin ên vê hejmarê ev in; Walt Whitman, Parûyr Sêvak, Simih Behbahani, Evdulwehab Elbeyati, Ingeborg Bachmann, Mehmûd Derwîş, Hristo Fotev, Mixîyîl Lêrmantov, Grigor Muradyan, Robert Frost, Maya Angelou û gelek helbestvanên din.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.