Letîf Reşîd soz da serweriya Iraqê biparêze

Şemî 15 Cotmeh 2022 - 16:29

Serokkomarê nû yê Iraqê Dr. Letîf Reşîd, di peyameke xwe de soz da ku ew ji bo parastina destûr û serweriya Iraqê karê rast bike.

Serokkomarê nû yê Iraqê Dr. Letîf Reşîd piştî ku pêr hate hilbijartin, doh di hesabê xwe yê tora civakî facebookê de, peyamek ji bo xelkê Iraqê û hêzên siyasî belav kir.

Dr. Letîf Reşîd di peyama xwe de got, “Ez soz didim, ji bo parastina destûr, serweriya Iraqê û parastina berjewendiyên gelên Iraqê, karê rast bikim.”

Tevî ku Dr. Letîf Reşîd ne namzetê fermî yê YNK´ê ye jî, ji endamên YNK´ê ye û piştî ku namzetê PDK´ê ji hilbijartina li Parlamena Iraqê ya pêr vekişiya, bi desteka PDK´ê û hin hêzên Iraqî yên li dora Malikî hat hilbijartin. 

KNK’ê bi boneya hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê peyamek weşand û got; “Em hêvîdar in, hilbijartina serokkomariyê bibe sedema demokrasî, aramiya li Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de.” KNK´ê Letîf Reşîd ji ber wezîfeya wî ya nû pîroz kir.

BEXDA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.