Leşkerên Iraqê dizên Şengalê ne!

Duşem 9 Gulan 2022 - 22:36

  • Li Komelgeha Girzerik a Şengalê, leşkerên Iraqê dikevin malên xelkê û diziyê dikin. 

Li Komelgeha Girzerik a Şengalê, leşkerên Iraqê dikevin malên xelkê û diziyê dikin. Li gorî agahiyan, artêşa Iraqê demdirêj dixwaze li wan herêman bi cih bibe.

Artêşa Iraqê ji roja êrişa ji bo dagirkirina Şengalê ve, hêzeke zêde li nav gund û navçeyên Şengalê bi cih kiriye. Tevî ku bi rojan e xelkê Şengalê daxwaz dike leşker ji nav gund û navçeyên wan derkevin, heta niha jî derneketine. Ev hêzên Iraqê, hema hema li tevahiya Şengalê belav bûne, êdî dest bi talanê kirine.

Leşkerên Iraqê li Komelgeha Girzerik a Şengalê dikevin malên welatiyan û diziyê dikin. Leşkerên Iraqê hîna jî derneketine û li wan herêman xwe ji bo demdirêjî bi cih dikin.

Li gorî dîmenên bi dest me ketine, leşkerên Iraqê bi wesayîteke barhilgir, li ber deriyê malekê sekinîne û kel û pelên di nava malê de didizin.

Ev tenê dîmeneke, lê ji roja destpêka êrişê ve leşkerên Iraqê talana malên xelkê dikin û tiştên wan didizin.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.