Leşkeran ew zarok jî qetil kir

Sêşem 10 Gulan 2022 - 21:45

  • Li navçeya Rihayê Serêkaniyê, Yûsuf Yucel ê 10 salî bi fîşeka leşkerên Tirk ên dagirker birîndar bûbû; zarokê Kurd nekarî bi birînên xwe û şehîd bû.

Li navçeya Rihayê Serêkaniyê, Yûsuf Yucel ê 10 salî bi fîşeka leşkerên Tirk ên dagirker birîndar bûbû; zarokê Kurd nekarî bi birînên xwe û şehîd bû.

Di 7’ê Gulanê de li taxa Mewlana ya navçeya Serêkaniyê, leşkerên Tirk Yûsuf Yucel ê 10 salî yê li mala kalê xwe li metbexa malê birîndar kiribû.

Guleya leşkerên Tirk ên dagirker, dema ku Yûsuf ji medbexa malê şekir danî, li serê wî ketibû. Yûsuf Yucelbiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê, piştre şandin nexweşxaneyeke taybet a Rihayê. Yûsuf Yucel di beşa lêmiqatebûna giran de dihat dermankirin. Lê bedena wî ya zarok xwe li ber birîna xedar a dagirkeran di serê wî de vekir, negirt. Yûsuf Yucel doh serê sibehê li nexweşxaneyê şehîd bû.

Qeymeqam gef li malbatê xwarin

Qeymeqamê dagirkeran ê Serêkaniyê Abdullah Erîn û şaredarên AKP'yî çûn cem malbata Yucel û gef lê xwarin: "Bila nebin amûra propagandaya reşkirina dewletê û vê mijarê bi gelek kesan re parve nekin." Li gorî agahiyên kesekî nêzî malbatê, qeymeqam, walî û şaredar zext li malbatê kirine û malbatê jî ti daxuyanî nedaye.

Cenazeyê Yûsuf Yucel ê zarok, piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Rihayê, li goristana malbatê ya li navçeya Serêkaniyê hat veşartin.

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.