HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Gabarê şehîd bûne eşkere kir û got, "Ew bûn nûnerên dawî yên fedakariya bênavber a ku di pêşengiya fermandarê me yê mezin Egîd de hatibû pêşxistin û bi Adil, Nûda, Gulbahar û Gelhatan dewam kiribû."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye;“Di tevgera ku dijmin di 2’ê Kanûna 2022’an de li dijî herêma Gabarê da destpêkirin de hevrêya me ya hêja Silav Koçer ku fermandarê herêma Gabarê bû û hevrêyên me Fedakar Hêlîn û Egîd Nîzîp heta nefesa xwe ya dawî di milîntatiya Apoyî de israr kirin û şehîd bûn. Ev hevrêyên  me yên hêja ku di nava lehengên berxwedana destanî ya li Botanê de ne, bûne nûnerên dawî yên fedakariya bênavber a ku di pêşengiya fermandarê me yê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) de hatibû pêşxistin û bi Adil, Nûda, Gulbahar û Gelhatan berdewam kiriye. Di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Silav, Fedakar û Egîd, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatarêz re dixwazin

Hevrêya me Silav li Sêrtê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2009’an de beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Silav di wê zanebûnê de bû ku li cihekî weke Botanê encex bi kûrbûn û tekoşîna îdeolojîk dikare pratîkeke serketî pêk bîne û li ser vê esasê bû gerîlayeke YJA Starû. Herî dawî li Gabarê fermandariya herêmê ya li Gabarê dikir û li vir jî ev sekna xwe dewam kir. Bi tekoşîna xwe bû yek ji fermandarên nemir ê Gabarê. 

Hevrêyê me Fedakar eslê xwe ji Mêrdînê bû, li Stenbolê jidayîk bû. Di sala 2015’an de ji Nisêbînê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Fedakar hertim asta tekoşîna xwe li gorî azadiya fizîkî ya Rêbertiya me diyar kir û bi hemû hebûna xwe ji bo vê têkoşiya. Di gelek çalakiyan de cihê xwe girt û li herêma Gabarê jî pêşniyara pêkanîna çalakiya fedayî kir. Weke fermandara me ya fedayî Zîlan, xwest di mêjiyê dijmin de biteqe û bi vî rengî di rêya azadiya Rêbertiya me de, bibe meşaleyek. 

Hevrêyê me Egîd bi eslê xwe ji Pirsûsê ye û li Nizîpa Dîlokê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di dema berxwedana rêveberiyan de tevlî yekîneyên berxwedanê bû. Di sala 2016’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me li dijî dijmin tevlî gelek çalakiyan bû û hewl da erkên dikevin ser milên wî bicîh bûne. Xwe hertim deyndarê şehîdan û gelê me dît. Ji bo mezin kirina têkoşînê hertim di nava lêgerînê de bû. Di xeta fedayîtiyê de tevlî hemû xebatan bû, nîşanî herkesê da ku divê milîtanek xwedî xeteke têkoşînê ya çawa be. Weke milîtanekî APO’yî pêwîstiyên mîsyona dîrokî bicîh anî.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ye;

Silav Koçer (Behiye Kaçar), li Sêrtê jidayîk bûye, 2’ê Kanûna 2022’an li Gabarê şehîd bû.

Fedakar Hêlîn (Mazlûm Akman), li Stenbolê jidayîk bûye, 2’ê Kanûna 2022’an li Gabarê şehîd bû.

Egîd Nîzîp (Yakûp Demîr), li Dîlokê jidayîk bûye, 2’ê Kanûna 2022’an li Gabarê şehîd bû.’’ 

BEHDÎNAN