Lehengên canbexş

În 28 Tebax 2020 - 16:00

  • Memyan Botan û Çekdar Kato du canbexşên Kurdistanê. Herduyan jî xwe radestî dijmin nekirin û şehîd bûn.

Memyan Botan piştî ku birîndar bû ji bo nekeve destê leşkerên Tirk ên dagirker, bombeya li ser xwe teqand û tevlî karwanê şehîdan bû. Botan ku bi vî ruhê fedayî li Heftanînê destan nivîsî, bû yek ji lehengên serdemê.
Memyan Botan, li warê destanan li Botanê di sala 1993'an de li Sêrtê li nava malbateke koçer û welatparêz ji dayik bû.
Ji dema ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve xwe bi felsefeya Rêber Apo perwerde kir û bi rengekî çalak tevlî nava jiyanê û kar bû. Bi dilnizmiya xwe û pakbûna xwe, bi dilsoziya xwe ya bi nirxên xwe cihê xwe di nava dilê hevrêyên xwe de girt.
Memyan Botan da ser şopa Egîdan, Amarayan û Tolhildanan ku di pêngava Cenga Heftanînê de şehîd bûn û bi berxwedanê bersiv da dewleta Tirk a dagirker, mêtinger.

Kêliyekê vala nedima

Çekdar li Elkê birîndar bû, ji bo nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe de teqand.
Nacî Temel bi nasnav Çekdar Kato di sala 1982’an de li bajarê Şirnexê tê dinyayê. Çekdar Kato ku di malbateke welatparêz de mezin dibe, hêj di temenekî ciwan de pergala heyî napejirîne û di sala 2000’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Di nav hevrêyên xwe de jî herî zêde bi hevaltiya xwe û kedkariya xwe dihat nasîn.
Ji hevrêyên wî yên têkoşîne Şafak Yekbûn wisa behsa Çekdar Kato dike “Hevalekî kedkar bû. Karkirin jî bo wî ne pirsgirêk bû.”
Arnos Herekol dibêje heval Çekdar di warê eskerî de gelekî hesas bû.
Fermandarê HPG’ê Çekdar Anter ku yek ji hevrêyên wî yên têkoşînê ye, bi van gotinan ji me re behsa şehîdê Tevgera Azadiyê kir: "Hevalê Çekdar hevalekî pir baldar bû. Li hemberî kêmasiyan bi helwest bû û kêmasî dida nîşan.”
Yek ji fermandarên HPG’ê Rûbar Qamişlo jî dibêje, roj tinebû ku heval Çekdar ne di nav karekî de be. Bi qasî ku ji kedê hez dikir, ewqasî jî bi kedê girêdayî bû û hezkirina wî ya jiyanê jî mezin dibû.”
ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.