Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta 3 gerîlayan daxuyaniyek da û got. "Artêşa Tirk a dagirker, dixwaze xeyalên xwe yên mêtingeriyê û siyaseta xwe ya qirkirinê bibe serî, wê ji 25'ê Gulana 2022’yan û pê ve li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl êrişên dijwar dike. Li dijî van êrişên dijmin, hevrêyên me Aryena, Canfeda û Pale ku di nava tîmên bi tevger ên li qada Girê Cûdî de cih digirtin, bi rojan bi rengekî fedaî şer kirin û nehiştin ku dijmin li qadê bi cih bibe. Berxwedana destanî ya van hevrêyên me yên fedayî ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya sûdwergirtinê, di serî de qada Cûdî li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl derseke dîrokî da dijmin. Hevrêyên me Aryena, Canfeda û Pale piştre bûn bingehê operasyonên şoreşgerî yên li qadên Girê Cûdî, Girê FM û Girê Şehîd Pîrdogan.
Malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, tevahiya gelême, ji ber ku wan lehengên bi vî rengî ji nava xwe afirandin, divê bi wan serbilind bin, xwedî li têkoşîna wan derkevin. Em ji malbatên wan ên hêja û tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Hevrêya me Aryena bi eslê xwe ji Tetwana Bedlîsê ye, lê li Stenbolê ji dayik bûye. Sala 2019'an tevlî nav refên gerîla bû. Bi hêrsa di dilê xwe de ya li dijî dijmin tevlî nava karên Hêzên Taybet bû.
Bi taybetî di felsefeya azadiya jinê de ya Rêberê me xwe şareza kir, ji bo bibe jineke azad bi gavên bi xwe bawer bi pêş ve çû. Lê belê pê zanîbû ku bi fedaîtiya bi rengê Zîlan, baweriya bi rengê Bêrîtan, dilsoziya bi rengê Viyan dikare azad bibe, ji bo vê armanca xwe jî fedaîtî weke rêbazeke jiyanê nirxand. Hevrêya me Aryena di demeke kurt de ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû çavkaniya hêz û moralê.
Hevrêyê me Canfeda li nava malbateke hêja û welatparêz a ji Elcewazê ji dayik bû ku bi eslê xwe ji Wanê ye. Sala 2014'an li Xerzanê tevlî nava refên gerîla bû. Di tevgera dagirkeran a li ser Heftenînê de ji bo nekeve destê dagirkeran mîna Bêrîtan û Rustem teslîmiyet qebûl nekir, xwe ji zinar avêt. Bi sekn û tevlîbûna xwe milîtanekî fedaî yê Rêber Apo bû, bû xwedî kesayeteke şoreşger a yekbûyî. Hevrêyê me Canfeda li ku derê wezîfe hilgirt ser milê xwe, li wir hevrêyên wî jê hez kirin, bi sekna xwe ya bi pîvan û tevlîbûna xwe ya bi moral ji bo derdora xwe bû çavkaniya coş û kêfxweşiyê.
Hevrêyê me Pale di malbateke welatparêz de li Kobanê ji dayik bû. Di sala 2016’an de ket nava refên hêzên azadiyê yên Rojava. Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê xwest li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker şer bike. Wî fêm kir ku rêya pêkanîna vê, tevlîbûna nava refên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê ye. Di vê pêvajoyê de şehadeta hevrêyên wî bandoreke mezin li wî kir û wî jî biryar da tevlî nava xebatên Hêzên Taybet bibe. Hevrêyê me her kêliya xwe da lêhûrbûna ji bo tolhildana hevalên xwe û bibîranîna wan zindî bihêle û li ser vî esasî ji hevrêyên xwe re bûye mînak.”
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan bi vî rengî ne:
Aryena Welat (Dîlan Dûrmûş), li Bedlîsê ji dayik bûye, sala 2022’yan li Zapê şehîd bû.
Canfeda Sîpan (Serhat Ogmen), li Bedlîsê ji dayîik bûye, sala 2022’yan li Zapê şehîd bû.
Pale Kobanê (Ahmed Îbrahîm), li Kobanê ji dayik bûye, sala 2022’yan li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN