Tevgera Çanda Kurd TEV-ÇAND’ê û Kevana Zêrîn hunermend û gerîla Hozan Mizgîn a ku 11’ê Gulana 1992’an şehîd bûyî, bi bîr anîn.

Di daxuyaniya hevpar de TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn-Bakur dibêjin, ‘’Her serdem leheng û şoreşgerê xwe bi xwe re tîne. Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) 1962’an li gundê Bileder ê Êlihê jidayik dibe. Hevrê Hozan Mizgîn kete nav lêgerîneke xurt a azadî, û serfiraziyê li ser xeta fedayî ya PKK’ê dibîne. Salên 1970’yî çawa ku tevgera Apoyî geş dibe tevlî nav refên têkoşîna şoreşger dibe.’’

Herdu bi bîr dixin ku Hozan Mizhgîn demeke dirêj li Bakurê Kurdistanê şoreşgeriyê dike, piştre diçe Libnanê, li wir bi rengekî cidî hûr û kûr dibe, bi dengê xwe yê xweş ê zîz tevlî nav xebatên rêveberî û çandî yên Ewrûpayê dibe; û li Ewrûpayê di avabûna HUNER-KOM û Koma Berxwedan de bi roleke girîng radibe, stranên Çemê Hêzil, Lo Hevalno, Gundîno Hawar, Şoreşger û Newroz çêdike. 

Di dewamê de ew dibêjin, ‘’Hevrê Mizgîn ku fikir, çalakiya xwe kiriye yek, bûye xwedî kesayeke giştî, ev bi xwe re serfirazî aniye, li nav gel di xebatên propaganda û ajîtasyonê de peywir û berpirsyariya xwe ya şoreşgerî bi layiqî bi cih aniye.
Di şexsê Hozan Mizgîn de estetîka manewî, pîvana hunerî, bûye besteke ku ji dilekî zelal bi xuşexuşî, bi azadî diherike. Bûye dengê berxwedanê û hêviya gel.

Ji Ewropayê ji nû ve li çiyayên azad ên Kurdistanê vedigere. Demekê Fermandariya Eyaleta Mêrdînê dike. Di nava PKK’ê de bû yekemîn fermandara leşkerî ya jin û herî dawî dema ku li nava rêveberiya Xerzanê bû çû Tetwanê. Li wê derê ji bo gel tevlî şoreşê bike rê û rêbazên dewlemend ceribandin. Ji ber ku li herêmê gelekî çalak bû, bi rengekî xurt pêşî li dijmin girt û sala 1992’yan 11’ê Gulanê li mala ku lê bû ji aliyê dijmin ve hate dorpêçkirin. Şer qewimî. Berxwedaneke mezin nîşan da û ji bo nekeve destê dijmin çalakiya fedayî kir û tevlî karwanê şehîdan ê meha Gulanê bû.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû:  “Em ê kesayetiya wê ya şoreşger, kesayetiya wê ya hunermend û berxwedêr timî ji xwe re bikin esas û di şexsê hevrê Mizgîn de şehîdên meha Gulanê û şehîdên şoreşê bi rêz û minet bi bîr tînin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN