Lehenga çanda berxwedanê

Sêşem 3 Kanûn 2024 - 02:50

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Hêzên Parastina Jinan (HPJ), bi boneya yekemîn salvegera şehadeta endama fermandariya HPJ û YRK’ê Ariyen Arê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:“Salek di ser şehadeta hevala me Ariyen Arê, endama fermandariya Yekîneyên Hêzên parastina Jinan (HPJ) û fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK)’ê re derbas bû. Em di salvegera şehadeta heval Ariyen Arê de wê bi bîr tînin û bejna xwe li ber mezinahî, fedakarî û egîdiya wê ditewînin û ji malbata wê û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Di dirêjahiya dîrokê de welatê me bûye landik û dergûş ji çanda egîda û derwêşan re, ji ferhenga lehengiyê re ji evîndariya vî welatî re. Jinên leheng bûne beşek ji dîroka serfiraziya wî welatî û tevna wê ya exlaqî û civakî û siyasî. Îro jî egîd û lehengên vê xakê çanda berxwedanî û azadiyê berdewam dikin. Keç û xurtên weke hevala Ariyen û hevalên wê bi irade û birûmet milê xwe dane ber barê mirovahiyê û hewil didin ku mirov û civakê weke xwezaya xwe bihêlin. Ew bûne berdewamiya xeta pabendî û girêdan bi şehîdên Enfalê, Dersimê, Sine û Mehabadê û zindanan Amedê û Kobanê. Lewra mezinin, nirxin û bingehin. Weke Fermandariya HPJ’ê û YRK’ê; di salvegera şehadeta Fermandara xwe Ariyen Arê, têkoşera rêya azadiya jinan, azadiya Jiyanê bi bîr tînin û soz û peymana berdewamiya têkoşîan wan nû dikin û ji malbat û gelê xwe re dibêjin ku wê berhema ked û xwîna wan azadiyek be. Weke Rêber Apo got asta rêxistina civakê, asta azadiya wê nîşan dide û ew yek ne bi hewildanên takekesî, belku bi rêxistina jinan û hemû civakê dibe. Hevala Ariyen ji bo wê kar kir û di wê rêyê de şehîd bû. Em jî peymana xwe ya berdewam kirina têkoşîna wê û hevalên weke wê nû dikin. Helbet azadî û azadîxwaz wê ser bikevin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.