Li bajarê Tekîrdagê yê Tirkiyê li zindana vî bajarî ya tîpa F hejmara 2ʼan, girtî Ahmet Surme pêr piştî hevdîtina bi parêzerê xwe re lêgerîna tazî qebûl nekiriye û ji ber vê êşkence lê kirine û kincên wî bi zorê jê kirine.

Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû mijar xist rojevê, lê rayedarên desthilatê qebûl nekirin. 

Canê min mor û şîn kirin

Surme, pêr bi bavê xwe Takyeddîn Surme re bi telefonê axivî û weha qala meseleyê kir: “Piştî hevdîtina bi parêzer re gardiyana xwestin ez xwe tazî bikim. Destpêkê min sedema vê pirsî û ji wan re got, ez ê xwe tazî nekim. Gardiyanan got, dema parêzer di cihaza X-ray re derbas bûye cîhaz deng derxistiye û ji ber vê xwestin ku ez xwe tazî bikim. Min jî ji wan re got, ‘Heke cîhaz deng derxistibe biçin parêzer kontrol bikin çima hûn min kontrol dikin’. Kirin nekirin min xwe tazî nekir. Li ser vê gardiyanan li min dan. Min avêtin erdê, pê li pişta min kirin û kincên min bi zorê derxistin. Tenê bincilê min li ser min hiştin. Bi pihînan li min dan, pihîn li serê min dan, her derê min mor û şîn kirin. Piştî ku ev anîn serê min ji min xwestin ku ez kincê xwe li xwe bikim. Min jî ev qebûl nekir û got, ez ê tazî biçim qawişê. Ji ber vê jî min avêtin erdê û li min dan. Bi zorê kincê min li min kirin. Min xwest min bibin nexweşxaneyê, lê ji bo ez rapora tenduristiyê negirim min nebirin.”

Bar ê her kesî ye

Dayika Surme, Fatma Surme (65), li ser bûyerê got, ev zilm e. Bavê Surme Takyeddîn Surme (68) jî destnîşan kir ku girtiyên jin û zilam tev tazî dikin û got: “Ji bo bidawîkirina zext û şîddeta li girtiyan divê parêzer, çapemenî, partiyên siyasî, sazî û gelê me rojek zûtir bikevin tevgerê. Ev tenê bi têkoşîna malbatan bi dawî nabe. Bi berxwedana gelê kurd tenê jî nabe; bar dikeve ser milê her kesî ku dibêje ez mirov im.”

MA/AMED