Rêxistinên Hiqûq û Maf, rapora xwe ya derbarê Hepsa Şirnexê de eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku lêgerîna tazî li xizmên girtiyan tê ferzkirin. 

Komîsyona Hepsan a Baroya Şirnexê, Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şirnexê, Nûnertiya Şirnexê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Navenda Referansa Cizîrê ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), rapora Adarê ya têkildarî Hepsa Şirnexê ekere kir. Parêzer Newroz Uysal da zanîn ku pirsgirêka avê ya hepsê nehatiye çareserkirin û binpêkirinên mafan zêde bûne. 

Newroz Uysal, bi lêv kir ku ku li girtîgehê çalakiya greva birçîbûnê didome û bang li hikûmetê kir da ku daxwazên girtiyan ên demokratîk bibersivîne: “Di dema serdana me de hat diyarkirin ku lêgerîna tazî li malbatên 2 girtiyan hatiye ferzkirin. Girtiyan li dijî lêgerîna tazî miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê kiriye. Em jî lêgerîna tazî bi ti awayî qebûl nakin û pêkanînê weke êşkenceyê dinirxînin. Em daxwaz dikin ku derbarê mijarê de lêpirsîn bê destpêkirin. Dema serdegirtinên qawişan binpêkirinên mafên mirovan pêk tên û divê dawî li serdegirtinên qawişan bê anîn. Mafê ragihandinê yê girtiyan tê binpêkirin. Divê ji bo girtiyan şertên înfazê yên li gorî pêwistiya mewzûata navxweyî û navneteweyî li gorî rûmeta mirov bên pêkanîn. Em ê jî li gorî hiqûqa navxweyî û navneteweyî şopdarê vê pêvajoyê bin.”

ŞIRNEX