‘Lê menzereya wî cihî?’

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Hezîran 2022 - 04:14

Hunermenda Fransî Estelle Chretien bi hin mudaxeleyan bala mirovan dibe ser xwezayê. Wê bi van xebat yan jî mudaxeleyên xwe yên hunerî, kiriye ku mirov bêhtir li ser xwezayê û bikaranîna wê bifikirin. Herî zêde jî balê dibe ser peywira daran û di xebateke xwe de cizmeya ku mirov dixin piyên xwe, di bin koka darekê de bi cih kiriye. Lê xebata wê ya ku erda qelişî bi ta û derziyê dirûtiye jî bi qasî darên bi cizme balê dibe ser xwe. 

Estelle Chretien ji bo daran dibêje, “Dêwên ku li dinyayê dixebitin” û li gorî nihêrîna wê mirov bi her awayî xwe dikin xwediyê xwezayê û dema cihekî dikin malê xwe, êdî sînoran ava dikin. Li ser vê meseleyê jî ew pirseke wiha dike, “Temam erdê hûn lê dimînin ango mal û baxçên we milkên taybet in. Lê menzereya wî cihî?’

Estelle Chretien li gel ku pê bawer e, huner hin guhertinan çêdike jî, ew herî zêde bi hestên ku huner bi mirovan re çêdike re mijûl dibe û wê girîngitir dibîne. Wê jî bi van xebatên xwe vê hêvî kiriye ku mirov li ser hin meseleyan hestiyar bibin û bifirikin.

PARÎS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.