- Fikreke giştî ya delegeyên MKPE´yê doh ew bû ku "Erdogan Konseya Ewrûpayê cidî nagire. Lê em nîşan bidin ku em cidî ne. Ceza û mueyîde lazim in. Nabe ku Tirkiye endamê Konseya Ewrûpayê bimîne û van tiştan bike.
Serap GUNEŞ
MKPE´yê bi civîna xwe ya bi vîdeokonferansê, pêşnûmeyek li ser Tirkiyeyê erê kir. Di vê pêşnûmeyê de hat gotin, li Tirkiyeyê 3 tişt kêm, ew jî demokrasî, hiqûq û mafê mirovan in. Delegeyan jî îşaret pê kir ku li Tirkiyeyê a azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê jî nîne û xwestin êdî Konseya Ewrûpa nîşanî Tirkiyeyê bide ku ew cidî ye.
Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewrûpayê (MPKE) doh bi konferanseke vîdeyo a kurt li darxist. Di konferansê de pêşnûmeyeke li ser zextên li muxalefeta li Tirkiyeyê hat minaqeşekirin. Tenê delegeyên ji Tirkiyeyê û Azerbaycanê li ber pêşnûmayê rabûn. Delegeyên Rûsyayê jî bêalî man. Pêşnûma bi dengê delegeyên mayî hemûyan hat qebûlkirin.
Konseya Ewrûpayê sala 2017ʼan statuya Tikiyeyê di nava konseyê de daxistibû ya ya çavdêriyê. Di vê çavdêriyê de Komîteya Çavdêriyê ya MPKEʼyê raporek hazir kir û di vê raporê de zextên li muxalefeta li Tirkiyeyê bi tundî rûreş kir. Di raporê de bang li Tirkiyeyê tê kirin da ku dev ji vê zextê berde û gavên berçav ên ji bo demokrasî û serweriya hiqûqê biavêje.
Demokrasî hiqûq û mafê mirovan
Raporên parlamenter Thomas Hammarberg (Swêd, SOC) û John Howell (Meliktiya Yekbûyî, EC/DA) li komîteyî hatin qebûlkirin û bûn pêşnûma. Komîte dibêje, lêpirsîn û taqîbên edlî li dijî siyasetvan, parlamenter, partiyên muxalefetê, rojnamevan û civaka sivîl tên bikaranîn. Pêşnûma dibêje, “Di rewşa giştî ya sala 2019ʼan de heta niha mixabin rewş baştir nebûye." Di pêşnûmayê de MPKE gelek fikarên xwe ji ber rewşê îfade dike.
Pêşnûma ji Tirkiyeyê dixwaze di sê waran de gavên berbiçav biavêje: Saziyên demokratîk, serweriya hiqûqê û hurmeta ji mafê mirovan re. Ji bo vê jî lîsteyeke kite bi kite di pêşnûmayê de hatiye bicihkirin. Komîte di pêşnûmayê de cih dabû îfadeyên erênî yên li ser civaka sivîl a çalak a li Tirkiyeyê, lê gelek delegeyan doh xwest, ev îfade ji metnê bê derxistin ji ber ku di heman demê de li Tirkiyeyê azadiya xweîfadekirin û çapemeniyê nîne û bêyî vê mirov roleke mezintir li civaka sivîl bar bike, wê ne di cih de be.
Ewrûpa divê nîşan bide ku cidî ye
Di pêşnûmeyê de êrişên dewleta Tirk ên dagirker weke operasyonên eskerî yên êrişkar ên li derveyî sînorên wê hatin rexnekirin.
Doh bi konferanseke vîdeoyê MPKE li ser pêşnûmayê civiya. Gelek delegeyan got, elaqeya êrişkariya dewleta Tirk a dagirker û otorîterbûna wê ya li nava Tirkiyeyê de elaqe heye.
Fikreke giştî ya delegeyan ew ku "Erdogan Konseya Ewrûpayê cidî nagire. Lê em nîşan bidin ku em cidî ne. Ceza û mueyîde lazim in. Nabe ku tirkiye endamê Konseya Ewrûpayê bimîne û van tiştan bike."
Tecrîdkirina Ocalan jî bû rojev
Parlamentera HDPʼê Feleknas Uca bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan. Li dijî delegeyên AKPʼê yîn mayî, bal birin ser rapora CPTʼyê ya dawî, û gotin, tesbîtkirî ye ku li dijî Ocalan hiqûq hatiye binpêkirin. Ji HDPʼê Hişyar Ozsoy jî got, mafên Ocalan ên weke mehkumekî jî tên binpêkirin.
Di pêşnûmayê de xisûn weke dagirkirina 54 şaredariyên HDP û DBPʼyî, lêpirsîna li dijî 101 siyasetvanên HDPʼê ya ji ber berxwedana Kobanê cihê xwe girtin. Pêşnûmayê got, rewşa hilbijartinên serbet û adil jî li Tirkiyeyê nîne.