Laleş Wezrînî koça dawî kir

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 1 Mijdar 2020 - 13:41

Nivîskar û welatpêrêzê Kurd Laleş Wezrînî (Osman Akdag) ê 72 salî ji ber şewba Covîd-19’ê li Rojavayê Kurdistanê koça dawî kir.
Laleş Wezrînî serê sala 2020´an berê xwe da bû Rojava û li Drêika Hemko bi cih bûbû. Li gorî agahiyên malbata Laleş Wezrînî ya li Batmanê, ew ji ber şewba vîrûsa koronayê çûye ber dilovaniya Xwedê. 
Laleş Wezrînî, ji salên 1980´yî ve di nava tevgera têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cihê xwe girtiye, û ji ber fikr û xebatên xwe 17 salan di hepsên dewleta Tirk a dagirker de maye. Herî dawî beriya ku Akdag biçe Rojavayê Kurdistanê, li dijî wî 4 doz hatibûn vekirin û dewleta Tirk a dagirker ew di “Doza Sereke ya KCK’ê ya Stenbolê” de jî dadgeh dikir.  
Cenazeyê Laleş Wezrînî, li bajarê lê bi cih bûyî, li Dêrika Hemko hat definkirin. 
 
Bavê şehîdan

Laleş Wezrînî sala 1949’an li gundê Difnê yê ser bi navçeya Êlihê Heskîfê hatiye dinê. Lê ew bixwe ji gundê Wezrînê ye. Wezrîn jî gundekî ser bi Heskîfê ye. Sala 1973’yan mala xwe ji gund bar dike û li navenda Êlihê bi cih dibe. Piştî tê Êlihê têkoşîna azadiya gelê Kurd nas dike û dest bi kar û xebatan dike. Salên 80-90’î li polêsan Tirk gelek caran êşkencê lê dikin. Laleş Wezrînî demeke dirêj di nava partiyên siyasî DTP, BDP’ê de xebitiye. Ji sala 2011’an heta ku diçe Rojava endamê Meclîsa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû.
Laleş Wezrînî du kitêbên helbestê bi navê Keştiya Şemalê (weşanên Sîtav) û Hesret û Nalîn (Weşanên Tevn) û romanek bi navê Evîna Laleş û sînem (Weşanên Aram) nivîsandine.
Keçeke wî û kurekî wî û biraziyek wî jî di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.