Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê da zanîn ku Sînan Dersim (Dalokay Şanli) di êrişa hewayî de şehîd bûye.
Di daxuyaniya fermandariyê de hate gotin, "Ji fermandarên şoreşger, berxwedêr û serhildêr ê gelê Kurdistanê yê leheng û parçeyek ji bihuştê Dersimê, hevrêyê me Sînan Dersim li Herêmên Parastinê yên Medyayê 27'ê Cotmeha 2020'an di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû.
Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Sînan Dersim, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê, ji xelkê Dersimê re dixwazin. Di şexsê hevrê Sînan Dersim de em soza xwe dubare dikin ku em ê dilsozê bibîranîna şehîdan hemûyan bin û em ê teqez hesab ji dijmin bipirsin.
Rêberê ciwanan bû
Hevrê Sînan di demên destpêkê yên têkoşîna şoreşgerî de cihê xwe di nava karên YCK'ê (Yekitiya Ciwanên Kurdistan) de girt. Weke rêberekî ciwanan li Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê di karê birêxistinkirina girseyên ciwanan de, di tevlîkirina enerjiya ciwanan li nava şoreşê de ji roja destpêkê ve her tim bi erka pêşengiyê rabû. Bi taybetî di wê serdema germ de ku ciwanên zanîngehê berê xwe didan nava refên têkoşînê, di gihandina wan ciwanan li nava refên şoreşê de xwedî roleke girîng bû.
Şervanê Seyît Riza û Rêber Apo bû
Hevrê Sînan ji ber ku bi çîrokên berxwedanê yên Seyît Riza, Besêyan û bi hezaran lehengên bênav mezin bû, dema ku li dijî Rêber Apo û tevgera me komploya navneteweyî hate kirin, bêdeng nema û pêşengî ji têkoşîna berxwedanê ya bi pêşengiya ciwanan re kir. Hevrê Sînan xwedî wê taybetmendiyê bû ku dikarîbû bi her hevalî re têkiliyê deyne, li qada ku lê ye bibe cihê baweriyê, bi hevrêyên xwe bide hîskirin ku hêja ne û enerjiya xwe ber bi şoreşê ve diherikand. Ev taybetmendiya wî bingeha serketina wî ya li nava têkoşîna şoreşgerî bû. Bi vî rengî timî bi rengekî fedayî tevlî bû.
Di Konseya Rêveber a KCK'ê de bû
Hevalê Sînan ji ber keda xwe ya mezin a li nava têkoşîna şoreşgerî, ji aliyê tevgera me ve hêjayî wezîfeya Konseya Rêveber a KCK'ê hate dîtin û hevrê Sînan ev wezîfeya xwe bi rengekî serketî bi cih anî.
Welatparêz û xebatkarên Ewrûpayê wî nas dikin
Hevalê Sînan piştî ku demeke dirêj li nava karên Ewrûpayê ma, derbasî qada welêt bû. Di pêvajoya jinûveavakirinê de endametiya Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û wezîfeya Fermandariya Akademiyê Apollon hilda ser milê xwe û di karên leşkerî de bi roleke stratejîk rabû. Bi sebra xwe ya mezin, bi nêzîkatiya xwe ya balkêş û bi kelecana xwe ya şoreşgerî gelek heval perwerde kirin û bi sekna xwe ya pîrî cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt. Bi vî rengî di perwerdekirin û bipêşvebirina bi sedan hevalan de, di afirandina fermandarên pêşeng de û di pêvajoya avakirina fermandariya serketinê de bû xwedî kedeke gelekî mezin.
Di nav xebatên HBDH’ê de jî cih girt
Hevrê Sînan endamekî Komîteya Rêveber a HBDH’ê bû û ji bo rêveberina xebatên HBDH’ê di asteke berpirsyar de cih digirt. Wî wateyeke mezin dida van xebatan û bi dîsîplîneke mezin xebatên xwe dimeşandin. Hevrê Sînan bawerî bi wekheviya gelan, geşkirina projeya neteweya demokratîk û avakirina jiyana sosyalîst û azad dianî û ji bo vê jî bi evîneke mezin berpirsyariyên xwe yên şoreşgerî bi rê ve dibirin. Ji bo hilweşandina pergala mêtinger û faşîst û pêkhatina şoreşa Tirkiyeyê, wî bawerî pê aniye ku divê hêzên şoreşger, sosyalîst û yên li dijî pergalê bibin yek. Ji bo pêkhatina van tifaqan û xurtkirina wan, wî kedeke mezin daye û li ser vî esasî gelekî bi biryar tevgeriyaye. Li ser bibîranîna hevrê Sînan ev tifaqên şoreşgerî û antîfaşîst wê xurttir bibin, hesap ji faşîzmê were pirsîn û Tirkiyeya azad û demokratîk a ku hesreta gelan e, wê teqez were afirandin.
Her tim pêşeng bû
Wî her tim xeta azadiyê parastiye û bûye pêşeng. Şehadeta hevrê Sînan Dersim ê ku di warê geşkirina xebatên HPG û YJA Star û HBDH’ê de kedeke wî ya mezin heye, ji bo me gelekî dijwar e. Em diyar dikin ku em ê karibin êşên xwe bigihînin serfiraziyê û heta dawiyê girêdayî bibîranîna wî bin. Di serî de Hevrê Sînan, em şehîdên xwe hemûyan bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bi ruhê Garê têkoşînê geştir bikin, faşîzmê hilweşînin, bi baweriya ku em ê azadiyê pêk bînin, em ê jiyan û mirovên azad ava bikin û têkoşîna şoreşgerî bi serfiraziyê tacîdar bikin."
Nasnameya şehîd
Nasnav: Sînan Mîrxan Dersim
Nav paşnav: Dalokay Şanli
Cihê jidayikbûnê: Dersim
Dayik-Bav: Yazgulu-Alî