• Polîtburoya YNK'ê ragihand ku hevserokê partiyê Lahûr Şêx Cengî ji partiyê hatiye derxistin. 

Polîtburoya YNK'ê ragihand ku hevserokê partiyê Lahûr Şêx Cengî ji partiyê hatiye derxistin. 

Hevserokê YNK'ê Bafil Talabanî ku hevserokatiya wî cihê nîqaşê bû, biryar dabû ku Hevserokê din ê partiyê Lahûr Şêx Cengî ji nava partiyê biavêje.

Polîtburoyê ragihand ku wan ev biryar pejirandiye. Biryara derxistina ji nava partiyê her wiha tevî Cengî ji bo Jîno Mihemed, Şadman Mele Hesen û Ala Tahsîn Hebîb jî lê ye.

Endametiya Aras Şêx Cengî ya li nava YNK'ê jî ji bo 6 mehan hate rawestandin. Gelo ev rewş wê nakokiya di nava YNK´ê de karibe bi dawî bike û ka bersiva Lahûr Şêx Cengî wê çi be hîna bi temamî ne diyar e.

SILÊMANÎ