Kuvark jêhatî ne!

Nûçeyên Çand/Huner

În 12 Gulan 2023 - 05:19

  • Barbara Batokova bi saya dapîra xwe gelek cureyên kuvarkan nas kirine û ev hezkirina wê ya ji bo kuvarkan kiriye ku wêneyên wan jî bigire. Batokova dide zanîn ku kuvark tenê ne ji bo xwarinê her wiha ji bo daristan û xwezayê jî bi kêr tên. Bi gotina wê kuvark dikarin gelek tiştan bikin.

Kuvark bi cure û şêwazên xwe ji mêj ve bala xelkê dikşînin. Gelek caran xelk ji bo wan wan diçine û ji wan xwarinên xweş çêdike. Lê ji xeynî vê, hebûna wan ji xwezayê û hawirdorê re jî baş e. Nexasim jî di nav daristanan de roleke wan a girîng heye û ew dikarin bi awayekî organîk li xwezayê gelek tiştan biparêzin. Her wiha ew li hember madeyên kîmyewî yên li daristanê jî derman in û nahêlin ev madeyên kîmyewî zû bi zû zirarê bidin xwezayê. Di vî warî de xwedî potansiyeleke xurt in û dikarin tiştên avêtî yên bi jehrî paqij bikin beriya ku ev jehr li nav xwezayê belav bibin. Xasma jî ji bo metoda “mikroremidasyon” ya ku axê paqij dike, peywireke girîng bi cih tînin. 

Barbara Batokova jineke Çekyayî ye. Ew wêneyên kuvarkan (yan jî karokan) digire. Wê koleksiyoneke baş ya kuvarkan çêkiriye û di koleksiyona wê de gelek wêneyên cuda yên kuvarkan hene. Her çiqas ew li bajar maye jî xwe weke gundiyekê dibîne. Ji ber wê, tevî malbata xwe tim li gundan geriyaye û dema çûye gundan jî, kuvark berhev kirine. Batokova dibêje, wê bi saya dapîra xwe kuvark naskirine û her çûye bêhtir ji kuvarkan hez kiriye. Piştî demekê ji bo zanîngehê bixwîne çûye Emerîkayê. Barbara Batokova dîsa jî dev ji lêgerîna kuvarkan bernedaye. Vê carê wê li Emerîkayê wêneyên kuvarkan girtine û bi vî awayî malperek jî ava kiriye. Malpera wê ya bi navê “Fungiwoman” derbarê kuvarkan de gelek agahiyan dihewîne. Her wiha kîjan kuvark bi çi awayî tê bikaranîn yan jî divê kîjan kuvark werin xwarin yan neyên xwarin jî di malperê de tê ravekirin. Yanî ew bi kuvarkan xwarinên xweş jî çêdike û ji xwarina kuvarkan jî gelekî hez dike. 

Dapîra wê kuvark pê dane nasîn

Batokova dide zanîn ku dapîra wê ji kuvarkan gelekî hez kiriye. Wê zanînên xwe yên di vî warî de gişt ji dapîra xwe girtine. Dapîra wê di salên 1920’an de weke keçeke notirvanekî daristanê, li nav daristanê gelek cureyên kuvarkan nas kirine. Helbet ji ber şert û mercên xerab ên wan salan, nikarîbûne goşt bikirin yan jî bibînin, ji lewma jî bala wan bêhtir çûye ser kuvarkan û ji bo ew bixwin, kuvark dane hev. Bi vî awayî gelek kuvark nas kirine û kuvarkên nas kirine bi derûdora xwe jî dane naskirin da ku ew hay ji wan hebin kîjan ji wan ne bi jehr in û kîjan ji wan tên xwarin.

Kuvark dikarin dinyayê xelas bikin

Barbara Batokova dide zanîn ku ew ji hêza kuvarkan gelekî bawer dike û dibêje, “Kuvark bi serê xwe dikarin dinyayê xelas bikin. Dema min ew naskirin û bi vê yekê hesiyam, ez gelekî matmayî mam. Ew tiştên ku em bi wan dilîzin û xera dikin bi saya kuvarkan ji nûve xwe rast dikin û bi vî awayî jiyana me jî xweştir dibe.” 

Ji ber vê yekê jî ew dixwaze xelk kuvarkan bêhtir nas bikin û fêr bibin bê ka ew organîzmayên çawa ne. Batokova dixwaze xelk bi saya kuvarkan bi daristanan re têkiliyekê çêkin û ew têkiliya insanan ya ku bi xwezayê re qut bûye ji nû ve saz dike. Ew hewl dide da ku di sala 2024’an de pirtûkekê jî çap bike û agahiyên xwe yên derbarê kuvarkan de hemûyan bi xêra vê pirtûkê parve bike. 

Di warê kuvarkên jehrî de jî ew dixwaze hin agahiyan bide û bihêle ku xelk ji kuvarkan netirsin. Ji lewre gelek kes ji ber jehrê, ji kuvarkan ditirsin û newêrin wan bixwin. Batokova bi riya serpêhatiyên xwe behsa cureyên kuvarkan dike û kîjan ji wan bi jehrî ye yan jî ne bi jehrî ye, nîşan dide. Batokova ji bo kuvarkan dibêje, “Ew dikarin gelek tiştan bikin!”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.