Kurman barê cotkaran giran kir

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 13 Çile 2024 - 03:55

Saziyên têkildarî karûbarên çandiniyê yên kantona Qamişlo dan zanîn ku rêjeya barîna baranê ya îsal heta niha gihîşt 183 mîlîmetre ku sala bihurî heta meha Kanûnê nêzî 40 mîlîmetre bû. Bi vê rêjeya baş a baranê, hêviya cotkaran bi berhemeke baş mezin bû, lê belê ji ber derketina kurman û belavbûna wan  cotkar bi zehmetiyek nû re rû bi rû ne. Herêma Aliya, li bakurê navçeyên Girkê Legê û Çilaxa û hin gundên bakurê rojhilatê navçeya Tirbespiyê ye. Li wê herêmê bi dehan gund hene ku bi dewlemendiya axê û xweşiya xwezayê û pirbûna av û kaniyên xwe tê naskirin. Cotkarê ji gundê Dêrna Axê yê navçeya Çilaxa Kadar Beşîr got:"Ji 15 salan ve ez di çandiniyê de dixebitim û salane ez nêzî 150 hêktaran diçînin. Di 3 salên dawî de ji ber kêmbûna baranê min gelek zirar kir, lê belê îsal baran baş bû û min 250 hêktar çandin. Lê tirsa min ew e ku kurm li nav zeviyên me belav bibin, eger wiha bibe em ê zirareke mezin bikin." Beşîr destnîşan kir ku wan rêbazên klasîkî ji bo têkbirina kurman bi kar anîn; wek ku pezê xwe li nav zeviyên xwe biçêrînin, lê belê ji ber belavbûna zêde ya van kurman êdî ev rêbaz jî bi kêr nayê, ji ber wê jî pêwîstî bi dermanan heye.

Cotkarê ji gundê Girkê Mora Şêxmûs Şebîb wiha got:"Derketina van kurman metirsîdar e."

Hevserokê Gerînendetiya Çandiniyê ya Çilaxa Kamîran Omer jî diyar kir ku sedema derketina van kurman ew e ku cotkar li gorî pîvanên cotkariyê tevnagerin û got:"Em ê dermanan ji bo cotkaran peyda bikin û nexweşxaneyên çandiniyê bişopînin."

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.