Kurdistenbolî deng didin xwe

Pêncşem 7 Adar 2024 - 00:47

Çepnî manîpulasyona li ser DEM Partiyê û hibijêrên wê bi bîr xist û got helwesta gel zelal e, dibêjin, ‘’Em ê dengê xwe bidin xwe’’. Çepnî her wiha got Kurdên Stenbolê tine têne hesibandin û Kurd li dijî vê bihêrs in.

Namzetê Hevşaredariyê yê Stenbolê helwesta çapemeniya Tirk a li bara hilbjiartina Stenbolê bi bîr xist, diyar kir dema ku ew dêhnê xwe didin vê çapemeniya dûvikê AKP û CHP’ê weke ku li Stenbolê tenê du namzet tenê hebin tevdigerin, namzetên partiyên din, xasma jî yên DEM Partiyê nabînin lê belê rewşa li qadê ne bi vî rengî ye, rastiyeke derî ya çapemeniya serdest heye.

Çepnî got,’’Gelê me bi rastî jî li birçîbûn, xizanî û pirsgirêkên xwe difikire û zane ku kampanya hilbijartinê ya du partiyan qet bersivê nade pirsgirêkên wan."

Li ser DEM Partî manîpulasyon

Çepnî yê ku ji ANF’ê re axivî diyar kir tê xwestin ku serê hilbijêrên DEM Partiyê tevlîhev bikin lê belê li bara van lîstikan gel li dora namzetên DEM Partiyê kom dibe. Çepnî got, "Li ser DEM Partî û hilbijêrên wê manîpulasyoneke mezin heye. Her kes tiştekî dibêje. Hewl didin serê mirovan tevlîhev bikin. Lê belê li navçeyan, di kombûnên gel de rewşeke cuda heye. Belê hin pirs hene ku gelê me dipirse, lê belê li dora DEM Partiyê û namzetên xwe bi coş û girseyî civiya ye. Dikarim vê yekê bi rengekî eşkere bibêjim. Gotineke klasîk heye ji bo girseya DEM Partiyê tê gotin, dibêje 'em ê dengê xwe bidin xwe'. Girseya me li Stenbolê jî di vê mijarê de gelekî bi biryar e. Dibîne ku ji encamên heta niha yên hilbijartinê razî nîne, dibîne ku tiştek bi dest naxîne. Lewma bi biryar e ku li dora namzetên xwe bicive."

Stenbol bûye kargeheke mezin

Mûrat Çepnî ji bo pirsa 'Li Stenbolê hûn herî zêde çi ji gel dibihîzin, herî zêde kîjan pirs li we tê kirin?' bersiveke bi vî rengî da: "Derdê Stenbolê ew e ku nikare  Stenboliyê bijî. Ya duyemîn jî tirsa ji erdhejê ye. Ji ber ku li vê derê di avakirina bajarekî ku karibe li hemberî erdhejê li ber xwe bide destketî nîne, ditirsin ku ji cih û warê xwe bibin. Em vê yekê gelekî dibînin. Fikara li ser paşerojê heye, ji ber ku Stenbol veguheriye kargeheke mezin, gel vê yekê dibîne.’’

Hêrsa li dijî tinehesibandinê

Çepnî bi berdewamî got, ‘’Gelê Kurd jî xwedî bendewarî û rexneyeke bingehîn e. Li hemberî tinehesibandina xwe bi hêrs e. Stenbol bajarê herî mezin ê Kurdan e, lê belê Kurd li vî bajarî tine têne hesibandin. Ji me re dibêjin, 'Ji wan heye ku wê bi çend gotinan karibin me bixapînin'. Ev yek wan dişikîne. Dibêjin ku ev kar welê hêsan nîne û bi hêrs in. Ez li gotina xwe ya berê vegerim, li her derê li dora DEM Partiyê li hev civiya ye. Tişta ku li her derê dibînim bi vî rengî ye."

Dirûtiya AKP’ê

Mûrat Çepnî bi berdewamî gotina 'Kes nikare bikeve navbera min û Kurdan' a Ekrem Îmamoglû û axaftina bi Kurdî ya Mûrat Kûrûm bi bîr xist, got ev vê rewşê naguherîne: "Li qadê em bersiva li gotinên bi vî rengî nabînin. Tiştekî ku mîna dibêje 'Hevalê min ê Kurd heye'. Lê belê Kurd dixwazin bijîn. Kurd zimanê xwe dixwaze, çanda xwe dixwaze, dixwaze bê dîtin. Ma dibe ku bê gotin, 'hûn xwe vegirin, li wir bisekinin, em ji we hez dikin?

Du gotinên bi Kurdî yên Mûrat Kûrûm henekeke pir xerab e. Nîşaneya durûtiya AKP'ê ye."

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.