Deriyê Meher beriya bi 2 hezar û 800 salan di serdema Ûrartûyan de li navçeya Wanê Tûşbayê hatiye avakirin. Niha ji ber xemsariya dagirkerên Tirk hatiye ber nemanê. 

Deriyê Meher li Taxa Akkoprû ya navçeya Tûşbayê ye. Deriyê dîrokî yê li ser navê Xwedayê Mezin ê Ûrartûyan, "Xaldî" hatiye avakirin. Yek ji şûnwarên herî muhim ê deverê ye û ji ber elaqeya xwe bi xweda Xaldî re jî, di warê dîroka ayîna kevnar a herêmê de jî pirr muhim e. Ligel vê yekê jî, her roja diçe, ev mekan û cihê dîrokî tê xirakirin. Ji bo ku deriyê dîrokî neyê xirakirin jî ti tabelayên hişyarkirinê nehatine danîn. 
 
Welatê şarêdariyê gunehbar kirin

Li derdora deriyê dîrokê agir hatiye vêxistin û nivîs li ser dîwaran hatine nivîsandin. Dî heman demê de weke ku ev der ne cihekê dîrokî be, çop lê hatiye rijandin. Welatiyek nerazîbûna xwe bi van gotinan nîan dide: “Ciwanên taxê û ciwanên ji derve de tên, mixabin li vê derê agir pê dixin û alkolê vedixwin. Ev dever hinekî çiyayî ye. Ji ber vê, derdikevin ser zinaran û li vê derê demê dibihurînin. Berpirsiyarê van hemûyan, Miduriyeta Çandê û Şaredariya Tûşba ya AKP’yî ne. Ti lewheyeke ji bo parastina vê derê nîne û welatî di vî warî nayên hişyarkirin.” 

Yanî dewleta Tirk a dagirker bi awayê xwe dibêje, hema çi Kurdistanî be bila tine bibe.

WAN