- “Heger pêwîst bike, em ê biçin bi gerîla re li dijî dijmin şer bikin, divê êrişên li dijî Şengalê bi dawî bibin.”
Ciwanên Şengalê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gerîlayên azadiyê îfade kir û got; “Heger pêwîst bike, em ê biçin bi gerîla re li dijî dijmin şer bikin, divê êrişên li dijî Şengalê bi dawî bibin.”
Yekîtiya Ciwanan û Jinên Êzîdî yên Şengalê, bi daxuyaniyekê piştgirî da berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê.
Ciwanan got, gerîlayên azadiyê ne bi tenê ne, lazim bibe, ew ê jî weke ciwanên Êzîdî berê xwe bidin Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi gerîla re li dijî dagirkeran şer bikin. Ciwanan got, “Em ê ji bo Kurdistaneke azad, Êzîdxaneke Xweser û Iraqeke demokratîk, şer bikin.”
Di daxuyaniya ciwanan a li nehiya Sinunê a Şengalê de, hat gotin: “Hêzên dewleta Tirk û Erdogan careke din li Zê, Metîna û Avaşînê êrişî gerîla dikin. Gerîla di roja reş de bi hewara gelê me ve hatin û em ji ferman û komkujiyan xilas kirin. Çi lazim be, em ê bikin. Malbata Barzanî îro koleyê Erdogan e. Dîsa dixwazin bi pîlanekê, Şengalê bigirin, ji bo wê jî artêşa Iraqê êrişî Asayîşa Êzîdxanê kir.
Bi xwîna cangoriyan rizgar bû
Çawa ev ax bi xwîna cangoriyan, Zerdeşt û Mam Zekiyan hate rizgarkirin, weke Yekîtiya Ciwanên Êzîdî, em ê jî li ser heman rêyê bin. Em îro bi asayîş û hêzên xwe yên YBŞ-YJŞ’ê re ne. Em dizanin HPG bi awayekî fermî ji Şengalê derketiye, dibin çavdêriya dewleta Iraqê de ev bû.
Dagirkeran di dîrokê de her tim xwestiye vê civakê dagir û talan bikin. Em ê hertim li ber xwe bidin û têbikoşin. Em bang li Iraqê dikin, daxwazên Şengalê pêk bînin, heger nebe, em ê heya dawî wek ciwan, li rex asayîş û hêzên xwe bin. Bila baş zanibin, ev ax bi hêsanî nehatiye rizgarkirin, bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Em ti carî gavê bi paş ve navêjîn, Mistefa Kazimî bila ji bo Şengalê ti hincetan dernexe. Em wek ciwanên Êzîdxanê ji her tiştî re amade ne.
Hizbeke weke ya PDK’ê, mala Barzanî ji xwe şerm nakin. Hîna doh bû, pêşmergeyên wê ji axa Şengalê reviyan, ev ax di nav lepên DAIŞ’ê de hiştin. Em ne hewceyî Barzanî û xiyanetkaran in. Gerîlayên me, ne bi tenê ne, lazim be, em ê biçin mil bidin milê gerîlan û ji bo Kurdistaneke azad, Êzîdxaneke Xweser û Iraqeke demokrat şer bikin.”
ROJNEWS/ŞENGAL