• Zack Kopplin: Îranê li mala Baz Kerîm xist. Baz Kerîm olîgarkekî hevkarî rejîmê, heta ji lîderên rejîma Barzaniyan e. Îranê peyam da vê rejîmê. 

Li gorî rojnamevanê lêkoler ê Emerîkî Zack Kopplin, Îranê êriş biriye ser malîkxaneya olîkarkê PDK´ê Baz Kerîm. Heger wisa ye jî, Îran peyamê dide rejîma Baryaniyan û hevkariya wan a bi Îsraîl û Mîrnişînên Ereb. Yanî li gorî vê şiroveyê, PDK´ê Başûrê kurdistanê kiriye meydana şerekî aliyan.

Piştî ku şemiya bihurî qulipt yekşemê, saet 01:06´ê de Îranê 12 fuze avêtin Hewlêrê. Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Hewlêrê pêşî got welatiyek û paşê got, du welatî bi sivikî birîndar bûne. Di nûçeyên pêşî de weke ku hedef konsolosxaneya Emerîkî ya li Hewlêrê û derdora wê be hat nîşan dan. Lê Îranê nava rojê yekşemê daxuyanî da û got, wan navendeke îstîxbarata Îsraîlê, Mossadê kiriye armanca êrişa xwe. 

Bi vî rengî, di navbera nûçeyên Emerîkî yên li ser êrişa li dijî Hewlêrê û xelkê Başûr de gelekî ji hev cihê ne.

Vê yekê bala rojnamevanê lêkoler Zack Kopplin jî kişandiye. Ew balê dibe ser hinceta Îranê û dibêje, “Îran xwe rewa dike û dibêje, wê maleke veşartî ya Mossadê kiriye armanca êrişa xwe, armanc Emerîkî bû; ji bo berisva êrişên Îsraîlê wan ev kiriye. Diyar e ku rast e, Emerîkî nebûne hedefa êrişê, lê belê fuze li malîkxaneya Baz Kerîm ketine, yanî ez bawer nakim ku ev malîkane, malelke veşartî ya Mossadê be.” 

Kerîm Baz olîgarkekî li Başûr e ku ji hevgirên malbata Barzanî û desthilata wan e. Bi ya Zack Kopplin, ya muhim jî ev e. Zack Kopplin gelekî baş bi tevgerên malî û hevgirtinên malbata Barzanî yên kirrîna milk dizane. Jixwe bi sextekarî kirrîna milkan li Emerîkayê jî wê li malbata Barzanî eşkere kiribûn.  

Derb û peyam ji rejîma Barzaniyan re bîne xwarê

Li gorî wî, ev êriş “Li dijî lîderiya rejîmê bû, da ku peyamekê bide wê”. Lê belê ev peyam çi ye? Li gorî Zack Kopplin peyam ne elaqedarî Dewletên yekbûyî yîn Emerîkayê ye, ji ber ku Îran êrişên xwe yan yekser yan jî bi rêya wekîlên xwe dibe ser hedefên Emerîkî. 

Yanî “Em li hinceta dewleta Îranê vegerin, qaşo ev êrişeke li dijî Îsraîlê bû. Lê, ma ne ev ne êrişeke li dijî Îsraîlê bû, ne wilo? Lê divê em lê binihêrin ka Îran meseleyê çawa dibîne.”

Rojnamevan balê dibe ser têkiliyên PDK´ê bi Mîrnişînên Ereb re û Îsraîlê re ku xwe sispêrin “bazara petrolê, qaçaxçîtiya sîlehan” û wekî din. 

Bi ya wî, bi vî awayî ew hedef ne maleke veşartî ya Mossadê jî be, êrişeke li dijî malîkaneyeke lîderiya rejîmê bû ev êriş.

NAVENDA NÛÇEYAN