Kurdistan tehlûke be biçe Bexdayê

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 8 Îlon 2021 - 01:38

Wirya Dara penaberekî ji Başûrê Kurdistanê yê li Ingilîstanê ye. Ev aktîvîstê mafê mirovan ê 30 salî, niha tehlûke li ser heye ku bê dersînorkirin ber bi Başûr ve. Wirya Dara, dibêje, “Heger ez ji welatekî reviyabim û 3 hezar mîlan (bêhtirî 4 hezar 800 kîlometreyî) di pişta TIRekê de di sarincê de hatibim vir, naxwe tirsa min heye bêm kuştin.” Li gorî nûçeyên di çapemeniya Ingilîstanê de Wirya Dara yê niha li Salfordê, heta beriya bi demeke kurt li Liverpoolê dima. Wî beriya bi sê salan xwe gihandiye Ingilîstanê û doza penaberiyê kiriye.  

Ew dibêje, ji ber ku ew aktîvîstekî mafê mirovan e, heger wî dersînor bikin, li Başûr zilm wê li wî bê kirin, û heta dibe ku bê kuştin. Wirya Dara ji bo mafê mirovan ên li Başûrê Kurdistanê li Ingilîstanê jî çalak bû û dibêje, aktîvîzma wî ya li li Ingilîstanê bi serê xwe jî bes e ji bo hêzên desthilat ên li Başûr ku zilmê li wî bikin. 

Wezareta karê hundir doza wî ya penaberiyê red kiriye û jê re gotiye, “Naxwe biçe Bexdayê, ew der ne tehlûke ye ji te re”.

LIVERPOOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.