- Xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê tevî destwerdanên bi şidetê li gelek bajaran dewam dikin. Li sêladizê ku PDK'ê şêvtira din bi girtina ciwanan xwestibû xwepêşandanan asteng bike jî xelk daket meydanan û doza azadiyê kir.
Xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê tevî destwerdanên bi şidetê, kuştin, birîndarkirina ciwanên xwepêşander û girtina welatiyan li gelek bajaran dewam dikin. Li sêladizê ku PDK'ê şêvtira din bi girtina ciwanan xwestibû xwepêşandanan asteng bike jî xelk daket meydanan û doza azadiyê kir. Li Çoman û Qesrê jî PDK'ê ji malbatên ciwanên wê girtî xwest, soz bidin ku ew ê beşdarî xwepêşandanan nebin û bi vî şertî tenê ew ê ciwanên girtî berde.
Xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê yên li dijî hikûmetê, rêveberiya xirab, û nedana mûçeyan û ji bo doza azadiyê dewam dikin. Doh êvarê jî li navçeya Ranya û bajarokê Kifrî xwepêşandanan ji nû ve dest pê kir. Dema nûçeya me dihat amadekirin, asayîşê dest werda xwepêşanderan û qederê 40 kesî kirin nezaretê.
Tevî biryara Komisyona Ewlehiyê ya Silêmaniyê ya ji bo rêgirtina li xwepêşandanên bêdestûr, welatiyên navçeya Ranya û bajaroka Kifrî careke din daketin kolanan. Li Ranyayê welatiyan li ber Baxê Giştî dest bi xwepêşandanê kir. Ji ber destwerdana asayîşê alozî derket û qederê 40 kesî kirin nezaretê.
Li Kifriya ser bi îdareya Germiyanê, welatî li Meydana Azadî kom bûn. Gava nûçeya me dihat amadekirin, asayîşê gule li xwepêşanderan direşandin û aloziyê dewam dikir. Li vir çend xwepêşander kirin nezaretê lê hejmara wan nehat zanîn.
Şêladizê doza azadiyê kir
Ji 2’yê Kanûnê ve çalakiyên welatiyan li Başûrê Kurdistanê li dijî gendelî, sîstema ne adilanme dewam dikin. Li Şêladizê ya ser bi parêzgeha Dihokê jî doh xwepêşandan hebûn.
Li gorî hinek rûpelên medya civakî , tevî astengî û binçavkirinên hêzên PDK’ê jî gelê Şêladizê pêr êvarê li nava bazarê kom bûye û xwepêşandan kiriye.
Di dîmenekî de xuya ye ku çalakger bênavber dirûşma, ‘Azadî Azadî’ dibêjin.
Çavkaniyên herêmî jî ragihandin ku hêzên PDK’ê ji bo xwepêşandan çênebin gelek ciwanên Behdînanê nexasim jî ji eşîreta Rêkaniyan kirine nezaretê.
PDK şantajê li malbatan dike
Asayîşa PDK’ê ji bo berdana ciwanên ku ji ber xwepêşandanan hatine girtin, şert datîne pêşiya malbatan ku sozê bidin ew ê bêdeng bibin , lê malbat vê red dikin.
8’ê Kanûnê bi şev Asayîşa Qesrê ya Balekayetî hejmarek ciwanên ku dixwestin xwepêşandanê bikin, girtin.
Birayê yekî ji wan ciwanan, Armanc Ehmed li ser hesabê xwe yê tora civakî nivîsî; "Wan xwest xwepêşandanê bikin. Mîna hevtemenên xwe yên Silêmaniyê bêjin, em jî hene û piştgiriya we dikin. Van di vî temenê kêm de, xwest li şûna mûçexweran hemûyan ji hikûmetê re bêjin, ‘stemkarî bes e.”
Asayîşa Qesrê û Soran ji xizmên ciwanên hatine girtin re gotine, hûn soznameyê tîjî bikin ku êdî ew ciwan bi ti awayî xwepêşandanê wê nekin. Malbatan ev daxwaza asayîşa PDK’ê red kiriye.
Piştî nîşandana vê helwestê Asayîşa PDK’ê van ciwanan sûcdar dike ku destê kesên din li pişta wan heye, û wê wan bidin dadgehê.
Navê hinek ji ciwanên hatine girtin ev in; Îbrahîm Cebar, Zana Hemed, Barzan Kakemîn, Ziryan Kakemîn, Karzan Kakemîn, Bawer îzet û Amade Ehmed in.
ROJNEWS/HEWLÊR