Kurdistan dibe goristana dagirkeran

În 6 Gulan 2022 - 22:45

  • "Em ê ji bo gerîla û Kurdistanê tişta giranbiha feda bikin." 

SILAVA EBDUREHMAN / ANHA/QAMIŞLO

Jinên beşdarî "Meşa rûmetê li dijî dagirkerî û xiyanetê" bûn, êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û wan got, "Em ê ji bo gerîla û Kurdistanê tişta giranbiha feda bikin." 

Pêr (5`ê Gulanê) bi deh hezaran kesî li kantonên Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê bi dirûşma "bi vîna gelan, em ê dagirkerî û xiyanetê" têk bibin, beşdarî "Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê" bûn. 

Emîna Emîn a ji Qamişlo, hevkariya PDK’ê bi dijminê gelê Kurd re şermezar kir û got, "Gerîla li dijî êrişan bi ruhekî fedayî li ber xwe didin, ew li dijî êrişên dagirkeriyê çalakiyên bi bandor dikin. Dijmin ji niha û pê ve dê nikaribe bi hêsanî xaka Kurdistanê dagir bike. Divê em di vê qonaxa çarenûsî de bixebitin û destekê bidin hêzên gerîla. Divê dayik li dijî dagirkeriyê serî hildin."

Emîna Emîn hêrsa xwe ya li dijê êrişan û Erdogan jî wiha îfade kir: "Her bihosta xaka Kurdistanê wê bibe goristan ji Erdogan û neviyên wî re û em ê heta dawiyê parastina xaka Kurdistanê bikin."

Ji têkçûnan şerm nake

Gulê Mihemed jî êriş û komkujiyên li dijî xaka Kurdistanê û hêzên gerîla, şermezar kir û got, "Gerîla keç û xortên me ne, em van pîlanên li dijî wan qebûl nakin. Dewleta Tirk a faşîst ji têkçûyînên xwe yên bênavber şerm nake."

Dev ji hevkariya bi dijmin re berdin

Sînem Mihemed jî dayika şehîd Mezlûm, Aydil û Koçer e. Wê got, "Em bi şehadeta zarokên xwe serbilind in û ji Erdogan û yên destekê didin wî re dibêjin, hûn terorîst in. Û ji Mesûd Barzanî re jî em dibêjin, dev ji qetilkirina Kurdan û hevkariya bi dijminê gelê Kurd re berde. Gelo tu yê çawa li rûyê neviyên Kurdan binihêrî û çawa ew dê te bînin bîra xwe, weke xayîn yan weke kujerê Kurdan?

Heke tu xwe Kurd dibînî, divê tu dev ji hevkariya bi dijmin re berdî û hevkariyê bi birayên xwe yên Kurd re bikî."

Her wiha Sînem Mihemed aciziya xwe venşart û bal bire ser hemleya ji bo radestkirina cenazeyên gerîla yên ku di kemîna hêzên PDK’ê de par şehîd bûbûn: "Em dayikên şehîdan çûn deriyê Sêmalka û bi saetan mane û tevî temenê me yê mezin jî em paşguh kirin.

We (Barzaniyan) ji bo Kurdan çi kiriye, çi pêşkêş kiriye. Ji bilî xiyanetê me tiştek ji we nedît. Êdî bes e bazirganiya bi xwîna gelê Kurd, êdî bes e xiyanet."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.