Kurdistan bi Fransî

Nûçeyên Çand/Huner

çarşem 16 îlonê 2020 - 02:04

Cotmeha li pêşiya me konferans û çalakiyên çandî yên li ser Kurdistanê yên bi zimanê Fransî gelek tên lidarxistin. Yek ji wan "Festival Visages d’Ailleurs (Festîval rûyên ji deverên din)" e. Îsal navê festîvala di navbera 22 û 25´ê Cotmehê de bi "Visages des Kurdistans (Rûyên Kurdistanê)" hatiye temamkirin. Ji bilî vê Festîvala li Lot Lalbenque´ê, hema hema hemwext li Parîsê jî Kurdistan di şanoyê de cihê xwe digire; 24´ê Cotmehê li Théâtre 13 / Seinê, "Happy Dreams, une histoire kurde (Xewnên xweş, çîrokeke Kurdî)" tê nîşandan.
"Festival Visages d’Ailleurs (Festîval rûyên ji deverên din)" ji aliyê komeleya bi navê "Visages d’Ailleurs" a herêma Lot û ofîsa tûrîzmê ya heman herêmê ve tê organîzekirin. Festîvala îsal ji 22 heta 25´ê Cotmehê dewam bike, îsal li ser Rûyên Kurdistanê ye.
Destpêka festîvalê û gelek ji çalakiyên wê li Salle de conférence JJ Chapou ya li
Lalbenque a li Lotê ye. 22´yê Cotmehê piştî destpêk û şîva qebûlê, konferans û panel li dardikeve bi beşdariya Hamit Bozarslan û Raymond Kevorkian. Herdu jî - dîrokzan in; Bozarslan profesorê EHESS´ê ye, pisporê dîroka Osmaniyan û Rojhilata Navîn e, herçî Kevorkian e ew jî pisporê Rojhilata Navîn e.
Komîteya amadekar a festîvalê di danasînê de dibêje, "Îsal Festîvala Rûyên ji Deverên Din bi miletê Kurdistanê miteşeref dibe: Kurdên bê Kurdistan, miletekî mezin ê ji 40 milyonan û bêdewlet di nava 4 dewletan de parçebûyî."
Di çarçoveya festîvalê de wê filma My Sweet Pepper Land a Huner Salim bê nîşandan, konsera Rusan Filiztek li dar keve û wêne û hunerê ji Kurdistanê bên nîşandan.

Çîrokeke Kurdî li şanoyê

Théâtre 13 / Seine îsal di 23 û 34´ê Cotmehê de şanoyên ji gelek welatan nîşan dide, ji Îran, Cezayîr û Fransayê, lê her wiha ji kurdistanê wê şano û çîrok li ser dika wê bin. Di vê çarçoveyê de 24´ê Cotmehê li hola Théâtre 13 / Seinê wê "Happy Dreams, une histoire kurde (Xewnên xweş, çîrokeke Kurdî)" bê nîşandan. Di koma amadekirin û lîstina vê lîstika şanoyê de Aram Taştekin, Neşet Kutaş, Elie Guillou hene û saetekê wê dewam bike.

Li Arlonê Şoreşa Rojava

Ne dûrî Fransayê û bi Fransî meha bê li nêzî Luxembourgê, "Ciep" jî konferansekê vê mehê li ser "Şoreşa Kurdan" li bajarê Arlonê organîze dike. Di vê çarçoveyê de nivîskar, rojnamevanê vîdeoyan ê serbixwe Chris Den Hond vexwendiyê konferansê ye. Ew di heman demê de hevnivîskarê kitîba bi navê "Commune de Rojava - alternative kurde à l’État.Nation (Komuna Rojava: Alternatîfa Kurd ji bo Netewe Dewletê)". Ev çalakî jî wê 22´yê Îlonê li Maison de la Culture d'Arlonê bi rê ve biçe. PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.