Mehmet Emîn Ado ku li Hepsa Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa T tê ragirtin, got, ew neçar kirine ku navê kesên bi Kurdî bi wan re bipeyive, yan jî di dema serdanê de bi wan re bipeyive, bi daxwaznameyekê ragihîne.
Mehmet Emîn Ado bi telefonê bi malbata xwe re peyivî û behsa binpêkirinên mafan ên li hepsê kir. Ado got, “Dema me ji odeyê derdixin zorê li me dikin da ku em kunyeya xwe bixwînin. Dema em li heqê xwe digerin jî cezayên disîplînê didin me. Qedexeya 3 mehan a hevdîtinê li me birrîn. Axaftina bi telefonê ya heftane li gel ku 20 deqîqe ye jî 10 deqîqe didin me. Zorê li me dikin da ku em navê kesên bi wan re bi Kurdî diaxivin bidin wan. Destûrê nadin ku em bi Kurdî di dema serdanê de bi hev re biaxivin. Wexta ku em bi telefonê dipeyivin, gardiyan li ber me disekinin û guhdarî dikin ka em bi kê re çi diaxivin.”
EDENE