Ji berdevkên Platforma Zimanê Kurdî, Vahît Aba li ser girîngiya axaftina bi Kurdî ya li meydana cemaweriyê got, "Paşeroja me bi dewama zimanê Kurdî ve girêdayî ye."
Platforma Zimanê Kurdî bi beşdariya pêkhateyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîzm û Azadiyê (OSP), Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur (KDP-B), Partiya Demokrat a Kurdistanê - Tirkiye (KDP-T), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK), Partiya Azadî û Mirov û Partiya Azadî pêk tê. Ji sala 2018'an ve platform ji bo bipêşketina zimanê Kurdî di warên hiqûqî, civakî, siyasî, aborî û çandî de kar dike.
Vahît Aba ji berdevkên platformê ye. Vahît Aba got, "Em dibînin ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê polîtîkayeke giran a asîmîlasyonê li dijî Kurdan tê meşandin. Mînak di destpêka sedsala 20’an de li Stenbolê bi sed hezaran Kurd hebûn ku xwe ji neteweya Kurd didîtin. Lê belê îro ji ber asîmîlasyonê malbatên Kurd xwe Kurd nabînin.
Di heman demê de li Sêwas, Meletî, Dîlok û Erzîromê Kurdîtî hîn bêhtir li pêş bûn. Lê niha mixabin rêjeya Kurdan a li van bajaran kêm bûye. Ev yek ji ber bandora asîmîlasyonê ye."
Em xwedî li zimên derkevin
Aba girîngiya ziman di nava nasnameyê de jî wiha şirove kir: "Ziman di nava nasnameya neteweyan de xwedî cihekî girîng e. Ji ber vê yekê dewlet ji bo vê têk bibe û tine bike bi sedan sal in asîmîlasyonê dike. Jixwe, polîtîkayên asîmîlasyonê jî ji bo Kurd û Kurdistanê polîtîkayên têkildarî biryarên siyasî ne. Ji ber vê yekê siyasetvanên me jî zanyarên me yên ziman jî her ferdekî Kurd jî divê xwedî li zimanê xwe derkeve.
Em, siyasetvanên Kurdistanî jî ji bo bipêşvebirina zimanê Kurdî divê bibin mînak. Bi axaftina bi Kurdî, bi têkoşîna li dijî polîtîkaya qirker, em dikarin bibin mînak. Ji bo vê jî çi ji destê me tê em dikin."
Aba xwest Kurdî li meydana cemaweriyê bêhtir bê bikaranîn, weşanên Kurdî bên zêdekirin: "Heger ziman li qada cemaweriyê neyê bikaranîn bi pêş ve naçe. Ji ber vê yekê divê em zimanê xwe li nava kolanan, li her derê bi rengekî çalak bi kar bînin.
Kurdî divê bibe zimanê sereke. Ji bo parastina Kurdî divê em weşanên Kurdî û karên din ên nivîskî hîn zêde bikin. Ji ber ku paşeroja me bi parastina Kurdî ve girêdayî ye."
NAVENDA NÛÇEYAN