‘Kurdî kaniya motîvasyonê ye’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 00:50

Li Tirkiyeyê êriş û zextên li ser huner didomin. Li Izmîrê di demên dawî de polês diavêjin ser kargehên ku stranên Kurdî dibêjin. Di avêtina ser kargehan de polês ceza li xwediyên kargehan dibirre û tahdeyê li xwediyên kargehan û guhdaran dike. Kargeha hunermend Kasim Taşdogan jî nesîbê xwe ji van zextan girt. Hunermend Kasim Taşdogan, ji ber zextan ji bêgavî kargeha xwe girtiye. Wî got, huner serî natewîne: "Muzîka bi zimanê zikmakî ji bo min kaniya motîvasyonê ye." 

Di salekê de gelek caran cezayê pere li Taşdogan û kargeha wî hatiye birrîn û ji ber vê kargeha xwe dewr kiriye. Taşdogan anî ziman ku ji ber stranên Kurdî bi gelek zextan re rû bi rû maye û bi taybetî jî ev zext di sala dawî de zêde bûne. 

Bi muzîka Kurdî astengî protesto kirin

Taşdogan bi bîr xist ku di dema pandemiyê de tevî zext û zoriyan jî li kuçeyên Izmîrê stranên xwe gotine: "Me li ber zextan serî netewand. Me li kuçeyan bi muzîka Kurdî astengî protesto kirin. Me bi ti awayî bi paş ve gav neavêt. Ji ber muzîka Kurdî, zext li kargeha min jî dikirin. Bi awayekî sîstematîk 40-50 polês dihatin û guhdar aciz dikirin, li nasnameyên wan mêze dikirin. Ji me bêhtir guhdar taciz dikirin. Ji ber vê, em mecbûr man kargehê dewr bikin. Lê li dijî van zextan, ez û hevalên xwe, em çûn gelek bajaran û me bi zimanê xwe yê zikmakî konser li dar xistin û em ê tim li dar bixin." 

‘Xebatên bi Kurdî dikin hincet’

Taşdogan diyar kir ku muzîka bi Kurdî ji bo wî kaniya motîvasyonê ye û wiha bal bire ser êrişên li ser hunermendên ku bi Kurdî stranan dibêjin: "Hunermendên wekî Nûdem Dûrak tenê ji ber bi Kurdî stran gotine, hatin sûcdarkirin û girtin. Saziyên Kurdî hatin girtin. Qeyûm tayinî şaredariyên Kurdan hatin kirin. Saziyên çand û huner hatin girtin. Ev jî nîşan dide ku xebatên bi Kurdî, hincet in ji bo qedexeyê. Kesên bi Kurdî hunerê xwe îcra dikin yan tên girtin yan jî bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin." 

Taşdogan xwest li hemberî zext û zoriyan her kes xwedî li çand û hunerê Kurdî derkeve û diyar kir ku tenê bi helwêsteke xurt mirov wê karibe ji heq van zextan derkeve.

DELAL AKYUZ/MA/IZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.