Kurdî esasê komarê bû

Nûçeyên Dosye

În 22 Çile 2021 - 03:20

  • Hikûmeta Komara Kurdistanê, di nava mohleta kêmî salekê de rêxistinên aborî, civakî, wêjeyî, hunerî û leşkerî jî saz kirin. Rojname û kovar derketin. Sîstema birêvebir ya Komarê jî hate sazkirin. Zimanê Kurdî bi fermî hate pejirandin. Şanoya Kurd hate sazkirin.

Îro salvegera ragihandina damezrandina Komara Kurdistanê ye. Sala 1946'an li Meydana Çarçira ya Mehabadê, serokê komarê ya rastî serokê kabîneya wê, Qazî Mihemed damezrandina komarê ragihandibû. Komarê sala xwe neqedand û 17'ê Kanûna heman salê xwe li ber êrişa hikûmeta Tehranê negirt û hilweşiya. 

Beriya damezrandina komarê mirov bibêje ku kirinê Reza Şah li Rojhilatê Kurdistanê Kurd gelekî nerazî dikirin. bi navê modernkirina Îranê, wî gelek serokeşîrên deverê ji welêt sirgûn kirin, cilûbergên Kurdî qedexe kirin. Reza Şah, Şêx Seyîd Tahayê Hekarî yanî neviyê Şêx Ubeydullahê Nehrî kiribû zindanê, û ew li wir mir. Gelek serekeşîrên Bextiyariyan û Loran jî wî dabûn bidarvekirin. Ji ber vê hem di nava giregirên Kurdan de û hem jî di nava civaka Kurd de nerazîbûneke mezin ji rejîma hingê ya Îranê hebû.

Di dema Şerê Cihanê yê Duyem de Ingilîzan Îlam, Loristan û Kirmaşan, Sovyetan jî bakurê Rojhilatê Kurdistanê dagir kiribû. Navenda Kurdistanê jî nexasim herêma Mukriyan di bin desthilata Kurdan de bû.

Sala 1941'ê şahê Îranê Reza Şah bi darbeyekê ket. Li şûna wî kurê wî Muhemmed Reza Pehlewî bû desthilat. Ha hingê serekeşîr û giregirên Kurdan ên sirgûnkirî vegeriyan deverên xwe û ew dever ji destê wezîfedarên şahî derxistin. Wan nexasim li dewr û bera Urmiyê gelek  zirar li xelkê jî kir. Li Mehabadê bi xwe, hindek rewşenbîrên Kurd Komeley Jiyanewey Kurdistan ava kir (Gelawêja 1942'yan). Vê komeleyê nêzîkî sê salan xebatên xwe nepenî kirin. Sovyetan hingê Mehabad dagir kiribû. Piştî hingê weke hêzên çekdarî li Mukriyanê tenê hêzên eşîrî man. Li Mehabadê di her warî de rêveberiya bajêr ket ser milê Qazî Mihemed û birayê wî Ebulqasim Sedir Qazî. Qazî Mihemed ji bo ku eşîr Mehabadê dagir nekin, li gel serokeşîrên din hevdîtin kir û biryarên hevpar dan ku zererê nadin hevdu.

Sala 1942'yan li Mehabada di bin desthilata Sovyetê de bi navê Nîştiman kovarek bi beşdarbûna 11 kesan ava bû. Niştiman paşê bû rojnameya fermî ya Komeley Jiyanewey Kurdistanê. Di Niştimanê de xwestekên reformê, yekîtiya Kurdan, kêmasî û astengiyên eşîran tên minaqeşekirin. Li sala 1945'an Komeley Jiyanewey Kurdistan belav bû,  û piştî wê bi pêşengiya Qazî Mihemed, Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê hate avakirin (15`ê Tebaxa 1945'an). Di bernameya partiyê de ji bo Kurdan xweserî, bi zimanê dayikê perwerdehî, fermîbûna zimanê Kurdî û wekî din hebûn.

Piştî Elmanya teslîm bû di Şerê Cîhanê yê Duyem de, Îran jî ber bi guherîne ve diçû, ji ber ku hêzên împeryalîst ji ber parastina Îranê ji Elmanyayê ketibûn Îranê. Êdî wextê vekêşana hêzên van dewletan hatibû ku meclîsa Îranê jî ev dixwest. Sovyetan jî ji bo piştî vekişînê hêza wan a siyasî bimîne, xebatên xwe li Azerbaycanê û Kurdistanê bi awayekî propagandî dewam kir. Tirk û Kurd bihêz dikirin ku li van deran herêmên xweser ên di bin tesîra Sovyetan de ava bikin. 

Beriya damezrandina komarê, 15’ê Kanûna 1945'an bi merasîmeke piçûk Hikûmeta Gelê Kurd hatibû avakirin. Ev hikûmeteke bi 13 endaman bû û serokê wê jî Qazî Mihemed bû ku paşê wê bibûya serokkomar û damezrênerê komarê. Gava komar di 22'ê Çileyê 1946'an hat ragihandin de Qazî Mihemed serokkomarê wê bû û desthilata wê li ser Mehabad, Bokan, Nexede û Şinoyê bû.

Kurdî zimanê fermî bû

13 wezîrên ku di komara Mehabadê de cih girtin, piştî demekê destûra bingehîn a komarê zelal kirin. Hikûmeta Komarê, di nava mohleta kêmî salekê de rêxistinên aborî, civakî, wêjeyî, hunerî û leşkerî jî saz kirin. Rojname û kovar derketin. Sîstema birêvebir ya Komarê jî hate sazkirin. Zimanê Kurdî bi fermî hate pejirandin. Şanoya Kurd hate sazkirin. Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî de pêşbikevin, di 14ê adarê de, Komîteya Jinan hate sazkirin. Jina Qazî Mihemed, Mîna Qazî di xebatên jinan de bi roleke alak rabû, ew seroka Komîteya Jinan bû. 

Ebdulrehamn Qasimlo wê li ser cihê Kurdî di rêveberiya Kurdî de paşê bigota: “Zimanê Kurdî di rêvebirina dewletê de û dibistanan de bû zimanê fermî. Gelek berhemên Kurdî derketin, bo mînak: Kurdistan(Organa PDK'ê), Halala (Ji bo jinan), Grûgelî Mindalan (ji bo zarokan). Yekemîn şanoya Kurdî hate lîstin. Jinên Kurd di warê siyasetê û civakê de cara yekê bi rola xwe rabûn.” *

Sovyetan ji bo weşana pirtûkan, makîneyeke metbeeyê ji Kurdan re şandibû 10'ê Adara 1946'an. Wan stastoneke radyoyê şand, û Radyoya Mehabadê dest bi weşana Kurdî kir. 
Ji kar û barên sereke yê hikûmeta Kurdistanê bû ku zimanê Kurdî fermî bike li dibistanan û rêveberiya dewletê de. Ji bo vê jî ev xebatên hanê hatin kirin: Perwerdehiya mecbûrî ji bo zarokan, sazkirina sinifên perwerdehiyê ji bo meyin û navsereyan, kampanya têkoşînê ji xwendinê, weşandina rojname û kovaran bi zimanê Kurdî yên wek rojnameya Kurdistan û kovarên Helale, Hawara Niştiman, Girûgalî Zarokên Kurd û wekî din.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku komarê hewl dide Kurmanciyê paşguh neke, û ji ber wê li Mehabadê navendeke edebî ya bi Kurmancî hatibû ava kirin. **

Artêşa nîzamî

Heta ku Komara Kurdistanê hat avakirin, hêzên Kurdî bênîzam bûn. Ji ber van sedeman hêza pêşmerge 17'ê Kanûna 1945'an hate damezirandin, yanî beriya damezrandina komarê. 4 kes di bin wezareta berevaniyê de bi fermana Qazî Mihemed bûn general.

Mihemed Huseyn Seyf Qazî, Wezîrê Berevaniyê bû, ew her wisa fermandarê hêza pêşmerge bû. Yên din jî Mela Mistefa Barzanî, serekê Barzaniyan, Mihemed Reşîdxan Qadirxanzade serekê Begzadeyên Baneyê, Emer Xanê Şikaka bûn.

Di artêşê de 3 hezar pêşmerge hebûn. Ji bilî wan qederê 15 hezar kesan jî hêza eşîran pêk dianî.

Hilweşîna komarê

Piştî ragihandina Komarê, Yekîtiya Sovyetê desteka xwe hêdî hêdî kêm kir û dawiyê jî bi temamî kişand. Ji ber wê jî wan ji bo çareserkirina pirsgirêkan muzakereyên bi Tehranê re tercîh kir. Di encamê de 13'ê Hezîrana 1946'an hevpeymanek di navbera heyetê û hikûmeta Îranê de hate mohrkirin.

Dahatên Kurdistanê ji sedî 75 wê li herêmê bimînin, ji sedî 25 jî dê biçin Tahranê.

Leşkerên Azerbeycan û Kurdistanê dê wek jendirmeyên hikûmeta Îranê wê werin bicihkirin.

Ostanên sêyemîn û çaremîn yên Îranê wek Azerbaycan dê werin binavkirin. Ostana sêyemîn; Herêmên Tebrîz û Erdebîl, ostana çaremîn; Xoy, Urmiye, Mahabad, Merexe û Bîcar dihewîne.

Xwendina van herêman de bi sê zimanan were kirin: Kurdî, Farisî, Azerî.

Ev peyman esas serxwebûnê li ser kaxezê bi dawî dike, lê xweseriyeke qismî dide Kurd û Azeriyan. Lê Tehranê ev peyman xira kir û 20'ê Kanûna 1946'an Rojhilatê Kurdistanê hemû dagir kir. Qazî Mihemed soza xwe ya di dema ragihandina komarê de bi cih anî, yanî welatê xwe bi cih nehişt.

Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wî Ebulqasim Sedir Qazî ku nûnerê Mahabadê bû di parlamena Îranê de, li meydana Çarçira ya ku lê komar hatibû ragihandin, 31'ê Adara 1947'an hatin bidarvekirin. 

* A. R. Ghassemlou, Kurdistan in Iran, r. 107.
** Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r.274.

Kî hazir bû?

Roja ragihandina komarê gelek navdar û giregirên Kurdistanê hazir bûn. Wezîrê Perwerdehiyê Mîrza Menaf Kerîmî wê rojê wiha bi bîr tîne:
Serokên eşîran ku ji herêmên curbecur hatibûn ev bûn;
Makû û Ararat: Birêz Emerxanê Celîlî, Şêx Hesen, Şêx Key, Hesenê Dilayî, Ebdula Mîlan û Fexrî
Soma Bradost û Mîrgewer: Birêz Seyîd Ebdula Geylanîzade, Emerxan Şerîfî, Îrfan Şerîfî, Tahirxan Simko, Ebas Fenek, Qotas Axa, Şêro Mihemedî, Hacî Wutman Evdî, Hesen Nilo, Temirxan, Mirdad Nûrko, Hesen Hinare, Zubeyd, Ezo, Seyîd Seîd û Fehîm
Şino: Birêz Mûsaxan Zerza, Qerenî Axa Zerza, Mîrza Seîd, Qazî Mihemed Xidirî, Kak Hemze
Soldoz: Birêz Ehmed Kak Xidir, Qasim Pîrotî, Mihemed Emîn Pîrotî,
Lacan: Birêz Ebdula Qadirî, Mamend Pîrotî, Huseyn Mihemedî, Pîrot Mîreşîran, Hemze Nelosî
Pîranşar: Birêz Mihemed Emîn Axa, Qerenî Axa
Miyanduaw: Birêz Mihemed Huseyn Seyf Qazî
Bûkan: Birêz Ebdurrehman Şerefkendî, Reşîd Elîzade
Hoza Mengur: Birêz Îbrahîm Edhem, Mam Hesen Afan, Kak Silêman, Kak Hemze, Mihemed Emîn Axa, Selîm Oceq
Hoza Herkî: Birêz Reşîd Beg, Begzade Nurî Beg, Zîwer Beg
Hoza Gurikê Seqîz: Birêz Mihemed Axa, Îbrahîm Axa
Hoza Gurikê Serdeşt: Birêz Kak Esed Axa
Hoza Dihbekirî ya Şarwêran: Birêz Cafer Kerîmî, Qehreman Mihemedî
Hoza Dihbekirî ya Bûkan: Birêz Îlhanîzade Mihemedî, Ezîz Axayê Gultepe, Seyîdên Hîdayetî, Hacî Kend
Hoza Feyzulabegî ya Bûkan û Seqîz: Birêz Mihemed Feyzulabegî, Elîxan Şêrzad, Ehmedxan Faruqî, Ebdula Xan, Hesen Xan Feyzulabegî
Seqîz: Birêz Elîxan Fatih, Mihemed Xan, Ehmed Xan Şêxî, Ş3ex Sidîq Esedyarî, Resûl Axayê Mehmûdî, Elî Ciwanmêdî, Mihemed Reşîd Xan Xidirî, Qadir Xanzade
Hozên Ciwanro, Hewraman û Barzanî
Şêxên Kulîce di bin serokatiya Şêx Hesen Şems Burhan de."

* Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r. 57

Dîplomasiya Komarê

23ê Nîsana 1946'an Kurd û Azeriyan peymaneke dostaniyê mohr kir. Qazî Mihemed nûnerê Kurdan, Cefer Pîşeverî jî yê Azeriyan bû
9'ê Tîrmeha 1946'an jî Qazî Mihemed tevî 30 kesan û serdana Tehranê da ku ji bo maf û daxwazên Kurdan bi rêveberiya Taranê re muzakereyan bike. Hingê Pêşewa Qazî Mihemed hevdîtinek bi serokê Serhildanên Agiriyê, Îhsan Nûrî Paşa re jî kiribû. Piştî têkçûna serhildanên Agiriyê, Îhsan Nûrî Paşa çûbû Taranê û li wir nîştecî bibû. Di vê hevdîtinê de xwarziyê Qazî Mihemed, Seîd Hûmayûn jî hazir bû. Ew li ser mala Îhsan Nûrî Paşa dibêje:
“Di mala Îhsan Nûrî Paşa de alaya Kurdistanê bi dîwar ve hilawistî bû, her weha li ser maseya karê wî arma partiya Xoybûn daçikandî bû.”

* Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:82

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.