Kurdî divê bibe zimanê perwerdeyê

Çarşem 13 Adar 2024 - 00:40

Hevseroka Egîtîm-Senê ya Şaxa Amedê Salîhe Zorlu qedexeya li ser Kurdî weke polîtîkayeke ,’şerê taybet’ bi nav kir û got,’’Divê zimanê dayikê weke zimanê perwerdeyê tevlî mufredatê bê kirin. Ne weke dersa hilbijartî.’’

Li Kurdistanê polîtîkayên asîmîlasyonê her roj tê girankirin û weke parçeyekî polîtîkayên şerê taybet tê meşandin, mafê perwerde, tenduristî û xizmeta cemaweriyê ya bi zimanê dayikê nayê naskirin. Hevseroka Egîtîm-Senê Şaxê Amedê Salîha Zorlû bal bire ser nêzîkatiya desthilatdariyê ku daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ya gelê Kurd ji nedîtî ve tê.

Zorlû anî ziman ku pirsa Kurd bi ragihandina Komara Tirk re dest pê kir, heta niha dewam dike, destnîşan kir polîtîkaya asîmîlasyon û înkarê ya Tirk bûye sedem ku pirsa Kurd li hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn bike, xasma jî piştî darbeya 12’ê îlonê polîtîkayên milîtarîst li Kurdistanê hilberandin daye rawestandin û zexteke giran li ser Kurdan hatiye danîn. 

Diyalog lazim e

Zorlû wiha domand: ‘’Li gel van zext û zordariyan jî Kurd daxwaza çareseriyeke demokratîk a bi diyalogê dikin. Diyalogek ku hemû beş di nav de bibîne, pirsgirêk hemû lê bê nîqaşkirin pêwîstî ye, pêvajoyeke ku divê bi lez bê kirin."

Qedexeya zimên şerê taybet e

Zorlû destnîşan kir qedexekirina zimanê Kurd rewşeke nû nîne û got, "Yek ji aliyên herî tund û diyarker ên polîtîkayên şerê taybet jî ev e; li her qadê qedexekirina zimanê dayikê, astengkirina xizmeta cemaweriyê ya bi zimanê dayikê. Tinehesibandina nasname, ziman û çanda gelekî tinehesibandina hebûna wî gelî ye. Polîtîkaya helandina nasnameya civakakê tê meşandin. Li hin qadan bê bikaranîn jî heta ku nebe zimanê perwerdeyê nayê ti wateyê. 

Divê bibe zimanê perwerdeyê

Zorlû bi berdewamî got,’’Divê zimanê dayikê weke zimanê perwerdeyê tevlî mufredatê bê kirin. Ne weke dersa hilbijartî. Em qala zimanekî wiha dikin ku nêzî 7 milyon mirov pê diaxive. Kurdî yek ji zimanên herî qedîm ên zimanên Arî ye, lê hewl didin tine bikin. Hewl didin zimanê gelekî bidin jibîrkirin. Bi taybetî hin zaravayên xwe li ber tinebûnê ye û ji bo parastina wan tenê gelê Kurd têdikoşe."

Zorlû diyar kir nabe ku ziman û nasnameya gelekî tine bê hesibandin û got, "Ji bo avakirina jiyana bi nasname û zimanê gelan divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Pirsa Kurd ev e. Divê şert û merc ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê bêne afirandin."

Zorlû destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê gavên pêwîst bêne avêtin û got, "Ji bo vê jî muxatab diyar e. Divê desthilatdarî gavên pêwîst biavêje."

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.