Malpera peytexta Swîsreyê, Bernê vebijêrka zimanê Kurdî jî li malpera xwe ya fermî zêde kir. Ji bilî zimanê Kurdî, Rûsî û Ukraynayî jî li malperê hatin zêdekirin.

Malpera bajarê Bernê bi 15 zimanan xizmetê dide welatiyan. Di malperê de agahiyên ji bo xelkên ku li Bernê dijîn hene. Di 5’ê Hezîranê de jî ji aliyê Daîreya Spor û Xizmetên Civakî yên Bernê ve çend zimanên din jî li malperê hate zêdekirin. Malperê da zanîn ku zêdekirina vebijêrka Kurdî ya li malperê, bi hewldana komeleyên Kurdî pêk hatiye. Yanî ev yek ji encama hewldana wan e. 

Sernavên mijarên bi Kurdî ku di malperê de cih digirin jî ev in; xebat, kariyer, îltîca, maf û erkên qanûnî, mijarên malî, sîgorte û ewlehiya civakî, pergala dibistanê û perwerde, tenduristî, malbat û zarok, hînbûna elmanî, kirêvanî û jiyan, aktîvîteyên dema vala û veguhestin, rewşên lezgîn û navendên şêwirmendiyê.

BERN