- Kovara “Nûbihar Akademî” ya serê 6 mehan carekê bi Kurmancî derdikeve, bi hejmara xwe ya 17’an derket.
Kovara “Nûbihar Akademî” ya serê 6 mehan carekê bi Kurmancî derdikeve, bi hejmara xwe ya 17’an derket.
Kovar di vê hejmara xwe de bi dosyaya “Kurdên Yarsan” bi dîrok û baweriya Yarsanan daketiye û Dr. Shahab Vali edîtoriya vê hejmarê kiriye. Her wiha wî li ser Yarsanan gotarek jî nivîsiye. Di vê hejmerê de bi temamî 11 nivîs hene û sê ji van nivîsan derheqê Kurdên Yarsan de ne.
Li gorî agahiya amadekarên kovarê di hejmara bê de dê li ser “Kurdên Lor û Goran di Çavkaniyên Serdama Navîn de” dosyayê amade bikin û edîtoriya hejmara bê jî dê Dr. Ismaîl Shams bike.
Ji bo hûn xwe bigihînin kovarê lînka jêr bitikînin;
https://nubiharakademi.net/
NAVENDA NÛÇEYAN