Kurdên Londonê meclîsa xwe hilbijartin

Duşem 23 Gulan 2022 - 21:21

  • Meclîsa Gel a Kurdan a Londonê kongreya xwe ya asayî ya 6’an bi şiyara “li dijî dagirkeriyê Kurdistanê biparêze” li dar xist. 

Meclîsa Gel a Kurdan a Londonê kongreya xwe ya asayî ya 6’an bi şiyara “li dijî dagirkeriyê Kurdistanê biparêze” li dar xist. Kongre li Navenda Civaka Kurd (KCC) a li semta Haringeyê bi rê ve çû. Endamên meclîsê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes di kongreyê de amade bûn. 

Hevserokê Meclîsa Gel a Kurdan a Londonê Yalçin Tetwan axaftina destpêkê kir, û bi bîr xist ku ew di demekê re derbas dibin ku êrişên faşîzma dewleta Tirk li dijî Kurdistanê zêde dibin. Wî ji ber wê jî maneyeke kongreyê jî berxwedana li dijî dagirkeriyê ye.

Hevseroka meclîsê Sultan Kixî jî rapora meclîsê xwend. Wê piştî xwendina raporê got, “Berxwedana gelê me yê ku bi gerîla re bûye yek, wê zora dewleta Tirk, dîktatoriya Erdoganî û xiyaneta PDK’ê bibe. Em bi xwebûn, dil û baweriya xwe li cem gerîla cihê xwe digirin.” 

Delegeyên beşdar jî hem xebatên meclîsê û hem jî rewşa siyasî nirxandin. Fikra giştî li ser wê bû ku berxwedana li dijî dagirkeriyê û doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan paralelî hev in. Di minaqeşeyan de hat gotin, divê meclîs xwe bigihîne derdoreke berferehtir, rexne li meclîsê hatin girtin ku ji bo avakirina sîstema demokratîk komunal kêm maye. 

Hevseroka Meclîsa Gel a Kurdan li Ingilîstanê Elîf Sarican jî bal bire ser aliyê înternasyonalîst ê Tevgera Azadiyê. Wê got, “Tenê yek sedem heye, ka çima Ingilîstan alîgirê şer, û ew jî kara maddî ye. Heger em bi hev re bimeşin, azadî jî wê bibe ya me.” 
 
Rêveberiya nû hat hilbijartin

Di kongreyê de piştî erêkirina raporên xebatê yên madî hatin erêkirin, hevserokên meclîsê yên nû Baran Bazarcix û Turkan Budak hatin hilbijartin. Meclîsa vê dewra nû ji 67 endaman pêk tê. Van rojên pêşiya me wê komîteyên rêxistin,ragihandin, çand û huner, civak û heq û edaletê werin avakirin.

LONDON 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.