Hejmara duyem a kovara Kurdeçîrokê derket. Kurdeçîrok di vê hejmara xwe de jî bi çîrokên balkêş derdikeve hemberî xwînerên xwe û bala wan dikişîne ser çîrokên Kurmanciyê.
Di hejmara duyem ya Kurdeçîrokê de dîsa çîrokên Kurdî û her wiha çîrokên nivîskarên biyanî yên wergerandî cih digirin.
Kovara Kurdeçîrokê her sê mehan carekê tê çapkirin.
Hejmara duyem a havîna 2021’ê bi edîtoriya çîroknivîs Mehmed Dîcle derket. Di vê hejmerê de jî çîrokên nivîskarên Kurd ên naskirî hene. Çîrokên nivîskarê Îtalî Dino Buzzati û yê Emerîkî William Faulkner jî ber bi Kurmancî ve hatine wergerandin û di kovarê cih digirin.
Her wiha Mehmed Dicle bi çîroka “Taxa Filan”, Hesen Ildiz “Derî Kete Cî”, Ferhadê Mihemed “Dengê Yasemînê”, Şener Ozmen “Nivîskarên Min Neman, Lê...” û Înan Eroglu jî “Bitcoin û Herdû Bazinên Bavê Min” di vê hejmarê de nivîsîne.
NAVENDA NÛÇEYAN