• Sozdar Avestayê êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şirove kir û got: Dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdên azad a ku PKK û Rêber Apo ew ava kiriye, herêmê dagir dike û dixwaze xeyalên xwe yên osmanî pêk bîne.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta tevlî bernameya Stêrk TVʼê bû, Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê, Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ û berxwedana gelê Şengalê şirove kir.

Avesta qala êrişên li ser qadên Zap, Avaşîn û Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û got “Armanca vê operasyonê gelekî zelal e. Ew bi xwe jî bi awayekî eşkere dibêjin. Ji sala 2015’an û vir ve bi destûra Emerîka, Îngilistanê û Fransayê van operasyonan dikin. Dîroka destpêkirina operasyonan jî balkêş e. 24’ê Nîsanê roja qirkirina Ermenan e. Di heman dîrokê de dixwazin Kurdan jî qir bikin. Di 24’ê Nîsana 2017’an de jî êrişî Qereçoxê kiribûn, li vir hêzên HPG û YPG’ê hebûn. Di heman demê de li Şengalê êrişî gelê me yê Êzidî jî kirin. Peyama di wê pêvajoyê de jî wisa bû û ya niha jî wisa ye.
 
Destketî hemû hedef in

Erdogan bi rojan li bendê bû ku Bîden telefonî wî bike. Beriya operasyonê bi qasî 3 saetan hevdîtin pêk hat. Wezîrê Karê Derve yê Tirk jî bi Mesrûr Barzanî re hevdîtinek kir. Nêçîrvan Barzanî jî çend hevdîtinên navneteweyî kir. Em gelekî baş dizanin ku vê konsepta êrîşê ne nû ye, ne bi tenê Başûrê Kurdistanê, destkeftiyên gelê Kurd hemûyan dike hedef. 

Ev êrîş li dijî destkefiyên têkoşîna 40 salan e. Li hemberî îradeya Kurdên azad e. Dixwazin Kurdê azad ê ku PKK û Rêber Apo ew ava kiriye ji holê rakin û xeyalên xwe yên osmanî pêk bînin. Bi vê mebestê dest bi operasyonan kirin û ev operasyon niha didome. Li Zap, Avaşîn, Metîna, Licê, Amed û Bakurê Kurdistanê ev operasyon didome. Ji aliyekî ve jî şerê psîkolojîk dimeşînin. Lê em dizanin ku wê ev operasyon negihêje armanca xwe.

Şermezarkirin têrê nake

Gelê me wê di vê demê de piştgiriyeke çawa bide gerîla? Ev pirseke girîng e. Di du rojên pêşîn de gelê me, mezinahiya operasyonê fêm nekir. Lê piştre gelê me daket qadan û piştgiriya gerîla kir. Ev ne bes e. Divê gelê me bizanibe ku em şerê hebûn û nebûnê didin.

Vê carê têkçûna Erdogan û Bahçelî ya li Zap, Avaşîn û Metîna wê tecrîdê bi dawî bike. Heta ku ev têkoşîn bi ser nekeve wê tecrîda li Îmraliyê bidome. Heta ku li vir têk neçin wê êrîşî Rojava û Şengalê were kirin. Ji ber vê divê gelê me li dora gerîla bibe yek, şev û roj li qadan be. Ev şer ne bi tenê yê gerîla ye, ev şerekî şoreşgerî yê gel e. Ev şerê man û nemanê ye. Gelê Kurdistanê, dostên me û hêzên demokrasiyê daxuyanî dan û ev operasyon şermezar kirin. Ev piştgirî bi qîmet e lê têrê nake. Divê rojane xwedî helwest bin.

Divê xelkê Başûr qebûl neke

Bi taybetî divê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan bide. Divê bizanibin ku dewleta Tirk têkeve cihê ku dixwaze, wê Başûrê Kurdistanê têxe ablûkayê. Hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî PDK ne li derveyî vê konseptê ne. Belkî bi awayekî pratîk ne di nav operasyonê de ne lê em dizanin ku çavê xwe ji operasyonê re digirin. Her roj operasyon tê kirin û axa Kurdistanê tê bomberdûmankirin. Dema ku ev tişt tê kirin, Mesrûr Barzanî dibêje sedema vî tiştî PKK ye. Parastina AKP’ê ne karê Mesrûr Barzanî ye. Divê xwe nexapînin.

Gava duyemîn a dewleta Tirk Selahadîn û Hewlêr e. Divê gelê Başûrê Kurdistanê xwedî li nirxên xwe derkeve. Gelê başûr gelekî berxwedêr û bi rûmet e. Gelê me yê li derveyî welat divê bi metodên dewlemend xwedî li vê têkoşînê derkevin. Gerîla ji xwe berpirsyariya xwe pêk tîne û destaneke mezin dinivîse. Wê ev dewlet li Zagrosê bi ser nekeve. Pêngava Bazên Zagrosê armanca xwe ev e. Pêngava Xabûrê û ya Heftanînê jî tê vê wateyê. Gerîla îradeyeke mezin nîşan dide , divê gelê me bi vê îradeyê re be.”

NAVENDA NÛÇEYAN