- Kurdistaniyan êrişên DAIŞʼê yên li Paris û Niceʼyê, û li paytexta Awusturyayê Viyanayê şermezar kirin.
Kurdistaniyan û dostên xwe êrişên DAIŞʼê yên li Paris û Niceʼyê, û li paytexta Awusturyayê Viyanayê şermezar kirin. Li ser banga KON-MEDʼê li gelek bajarên Elmanyayê çalakî pêk hatin. Di çalakiyan de dewleta Tirk a xwedî li DAIŞʼê derdikeve hat şermezarkirin û ji êrişan berpirsiyar hat dîtin.
Di çalakiya li paytexta Elmanyayê Berlînê de parlementerê Die Linke yê eyaletê Hakan Taş axivî û got, ew ê li dijî çeteyan têkoşîna xwe bidomînin.
Li Dusiburgê jî Kurdistaniyan û dostê xwe îşaret bi berxwedasna YPG û YPJʼê ya li dijî DAIŞʼê kirin.
Di çalakiyên li Koln, Mannheim, Hildesheim, Frankfurt û Hamburgê de qala Erdogan hat kirin ku çawa çeteyan li dijî Ewrûpayê bi kar tîne.
Di çalakiya li bajarê Bernê yê Swîsreyê de jî qala rola Erdogan a di êrişan de hat kirin û hat gotin, dewletên Ewrûpayê heta alîkariya Erdogan bikin wê êrişên li ser Ewrûpayê jî bi dawî nebin.
POLÎTÎKAZAD