- Li seranserê Ewrûpayê Kurdan bi pêşengiya ciwanan bi meşaleyan, fîşekên hewayî û govendê salvegera damezrandina PKK´ê weke cejna xwe ya neteweyî pîroz kir.
Li seranserê Ewrûpayê, nexasim jî Ciwanan bi pîrozbahiyan salvegera 43´yan a damezrandina PKK´ê pêşwazî kir. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Têkoşer (TÊKOJIN) pêşengî li piraniya pîrozbahî û çalakiyan kirin.
DUISBURG: Li vî bajarê Elmanyayê jî ciwan li Bebelplatzê kom bûn û bi sloganên ‘Bijî PKK’ belavok xwendin.
PARÎS: Li paytexta Fransayê, damezrandina PKK’ê bi teqandina fîşekên hewayî hat pîrozkirin. Ciwanan li Parîsê li meydana Republique pankarta “Salvegera 43´yan a PKK’ê pîroz be” hilda û bi fîşekên hewayî reng dan pîrozbahiyê.
VIYANA: Li paytexta Awusturyayê jî ciwanan li meydana Reumanplatza ku faşîst zêde lê hene, alayên Rêber Ocalan û pankarta ‘Werin Cenga Azadiyê’ hildan. Polêsan xwest hinek ciwanan bigirin, lê xelkê nehişt.
LONDON: Li paytexta Ingilîstanê di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de salvegera avabûna PKK’ê hate pîrozkirin. Ciwan êvarî li meydana Trafalgarê hatin ba hev û flamayên PKK û TCŞ’ê hildan. Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Londonê jî bi sedan kes li avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) civiyan û salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Hunermend Serhat, hunermend Mem Şevder û hunermendên herêmî hunerê xwe pêşkêş kirin.
BASEL: Li vî bajarê Swîsreyê, bi pêşengiya (TCŞ) û TÊKO-JIN´ê meşeke bi meşaleyan hate lidarxistin. Ciwanan wêneyên Ocalan û alên PKK'ê hildan. Wan li meydana Claraplatzê fîşekên hewayî teqandin û meşa xwe li Markplatzê bi dawî kirin.
ZURICH: Kurdan li vî bajarê Swîsreyê bi pêşengiya ciwanan li Helvetiaplatzê salvegera 43’yan a damezrandina PKK’ê pîroz kir. Hevserokê NCDK’a Zurichê, Hîkmet Aralan di pîrozbahiyê de got, PKK ji bo azadiya gelê Kurd û gelan bi giştî bûye hêvî. Piştre meşale hatin vêxistin û li ber stranan govend hate gerandin.
BORDEAUX: Li vî bajarê Fransayê li Meydana Stalingradê kom bûn û ji bo salvegera avabûna PKK’ê meşek li dar xistin.
RENNES: Li vî bajarê Fransayê pîrozbahî li Saint Gillesê pêk hat. Hevserokên NCDK a Amara, Eylem Balta û Fûat Çelîk got, ew bi pîrozbahiyên xwe yên bi coş bersivê polîtîkayên şer ên dijmin. Hunermend Mîr Perwer, Zarîfe, Şiyar û Dijwar û Koma Brotanya Child Saz derketin ser dikê.
LIEGE: Li vî bajarê Belçîkayê, pîrozbahî li Navenda Çanda Kurd a Mezopotamyayê pêk hat. Di pîrozbahiyê de helbestek bi sernavê "Ocalan" hate xwendin û pêşbirka zanînê hate lidarxistin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
LÎMASOL: Li bajarê Qibrisê Lîmasolê, bi sedan Kurdistanî li Navenda Çandê ya Kurds Theofîlosê hatin cem hev û 27'ê Mijdarê Pîroz kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN