Jinên Kurd ji bo mexdûrên lehiyê yên li eyaletên NRW û Rheinland-Pfalzê dixebitin.
Li eyaletên NRW û Rheinland-Pfalzê yên Elmanyayê ji ber lehiya 15'ê Tîrmehê bi sedan mal û pir xera bûn. Xisar li xetên elektrîkê, gaz û avê bû. Seferên trenê yên li dehan bajarokî betal bûn. Bi hezaran mirov bêmal man û herî kêm 170 kes jî mirin. Li Rheinland-Pfalzê 170 kes, li NRWê jî hîna 5 kes winda ne. Jinên Kurd ên li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Euskirchenê kar dikin, piştgiriyê didin mexdûrên lehiyê. Hevseroka NCDK a wir, Donê Îskan li ser piştevaniyê ji ANF'ê re axiviye û dibêje, "Dema lehî rabû, em bi hewara malbatên nas ve çûn. Dema ku em çûn, me dît ku bi satilan avê ji mala xwe derdixînin. Dema ku me rewşa mal û dikanan dît, em matmayî man. Her der hilweşiya bû, mirov miribûn. Me her roj agahiya mirina mirovên nas wergirt. Em gelekî li ber ketin û lê me nizanîbû ka em çi bikin."
Şîv û Firavîn dan qederê 1500 kesan
Axir ew biryara piştgiriyê didin: "Li navend û derdora Euskirchenê elektrîk qut bûbû, av tine bû. Em jinên li nava NCDK´ê, me biryar da ku kon vedin û xwarinê bidin. Roja Duşemê me kon vedan û xwarina germ çêkir, kir paket û li nava malan belav kir. Dema ku me xwarin belav dikir, me dît ku mirovan bi rojan xwarineke germ nexwariye. Me konê xwe 5 rojan veda. Xwarina germ lê çêkir. Me xwarin da qederê 1000-1500 kesî. Me çay, qehwe û av da wan. Meclîsa me bi temamî tevlî vî karê me bû."
Danke shoen
Xelk ji piştgiriya wan razî bûye: "Şaredariya Euskirchenê piştevaniya me weke mînak nîşan da. Hat malavahiya me kir. Mexdûran jî malavahiya me dikir. Jin û pîr li pêşberî piştevaniya me digiriyan. Jinekê kargeheke mezin winda kiribû. Me xwarin ji wê re jî bir. Xisar li xaniyê wê bûbû. Xwarin wergirt û ji me pirsî ku em kî ne. Me got ku em Kurd in. Em hembêz kirin û giriya.
Rojekê jineke pîr hate binê konê me û got, wê dîtiye bi rojane bêyî cihêkariyê bikin wan xwarin û vexwarin dane her kesî. Ji me pirsî ku em kî ne. Me got, em Kurd in, ew jî giriya.
Keçeke piçûk tevî dayika xwe hate ber konê me. Wêneyê ku xêz kiribû, diyarî me kir. Li ser bi Elmanî 'Danke Schoen' nivîsî bû."
Dikandarên Kurd jî piştgiriya xelkê kir
Donê Îskan dibêje dikandarên Kurdan jî alîkariya xelkê deverê kiriye: "Dikanên donerê yên esnafên Kurd jî di nava avê de ma bûn. Dema ku av jê vekişiya, dikandaran jî xwarin belav kir. Yên derfetên xwe hebûn jî alîkarî bi rakirina xirbeyan kirin. Her wiha kurê xebatkareke Heyva Sor, bi navê Botan Goçmen di roja duyemîn a karesatê de yekser banga piştevaniyê kir. Dibistaneke xwe ya Boksê heye. Mirovan bersiv da vê bangê. Şîr, av, betanî, pêlav, ji bo kûçikan xwarin anîn. Botan û şagirtên wî çûn gundan û malzeme mal bi mal dan xelkê. Vê piştevaniyê hîn jî dikin."
NAVENDA NÛÇEYAN