KCK´ê Rûbar, Halîl û Mûrat ên sala 2017’an şehîd bûbûn bi bîr anî got, “Gelê Kurd hemû û Tevgera Azadiya me wê van ewladên leheng ên Kurd ti demê ji bîr nekin; çi dibe bila bibe wê xwedî li wê doza azadiyê derkevin ya ku ew di oxira wê de şehîd bûne.'' 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera şehîdbûna Rûbar (Huseyîn Poyraz), Halîl (Nîhat Ayaz) û Mûrat (Ahmet Kiliç) ên sala 2017’an de şehîd bûbûn, daxuyaniyek da.

KCK’ê got: “6’ê Çileyê 2017’an hevrêyên me Rûbar (Huseyîn Poyraz), Halîl (Nîhat Ayaz) û Mûrat (Ahmet Kiliç) di encama êrişa balafirên şer de şehîd bûbûn. Em van hevrêyan bi rêzdarî bi bîr tînin, soz didin ku em ê Kurdistaneke Azad a ku wan di oxira wê de canê xwe dan pêk bînin. Em ê têkoşîna azadiyê ya jin, ciwan û gelê Kurd bi vê hesretê rabûne têkoşînê û dîsa bi deh hezaran şehîd dane, dîsa hesreta azadiyê ya Rêber Apo afirandî bigihînin serketinê.

Hevrê  Rûbar ê sala 1976’an de tevlî tevgera Apoyî bûyî, di jiyana xwe ya şoreşgerî ya 40 salî de li her qada têkoşîna azadiyê cihê xwe girtiye. Bi salan gerîlatî û fermandariya gerîla kiriye. Piştî ku 15 salan di zindanê de ma ji cihê mayî fermandariya xwe dewam kir. Dema ku berpirsê Komîteya Darayiyê bû şehîd bû. Hevrê Halîl di têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya 35 salî de, têkoşîna azadiyê bi biryardarî weke milîtan, kadro û rêveberekî gelek erk bicih anî. Hevrê Mûrat jî ji Ewrûpa berê xwe daye çiyayên Kurdistanê, cihê xwe di nava refên gerîla de girtiye. Li gel hevrê Rûbar û Halîl şehîd bû."

KCK´ê di dawiyê de got, "Li Kurdistana Azad gelê me, gelên me, weke eniyên azadiyê wê ti caran van şehîdan ji bîr nekin."

NAVENDA NÛÇEYAN