• Elmanya bi dadgeriya xwe di warê ecêban de xwe ji Tirkiyeyê kêm nake. Li dijî welatparêzê Kurd Yilmaz Acîl ji ber ku beşdarî çalakiyên legal bûye, kulîlk kiriye, paqijî kiriye bi îdîaya "endamê rêxistinê" hat girtin. 

MURAT AYDIN

Elmanya bi dadgeriya xwe di warê ecêban de xwe ji Tirkiyeyê kêm nake. Li dijî welatparêzê Kurd Yilmaz Acîl ji ber ku beşdarî çalakiyên legal bûye, kulîlk kiriye, paqijî kiriye bi îdîaya "endamê rêxistinê" hat girtin.
Yılmaz Acil li bajarê Augsburgê yê Bayernê piştî ku polîsan 10ʼê Îlonê bi ser mala wî de girt, hate girtin. Dozgeriyê îdîanameya tê de tê gotin, ji ber ku kulîlk kirîne, paqijî kiriye "endamê PKKʼê" ye doza wî ji ber xala qanûna ceza 129a bir Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Munchenê. Dadgehê biryara girtina wî da.

Ala Seyîd Riza jî kirin sûc

Serdozgeriyê di delîlên xwe yên li dijî Yilmaz Acîl de eynî weke îdîanameyên dozgerên Tirk li dijî HDPʼê da nav kelevajiyan; yek ji van jî wiha ye:
Beşdarî çalakiya ji bo "Şervanê Kurd Seyid Riza ya li Munchenê bû û weke alîkarî goşt û alayeke Seyid Riza da".
Dozger beşdariya bibîranîna komkujiyên Meraş û Roboskiyê, beşdariya teziyeyan û daxuyaniyên çapemeniyê jî weke delîl nîşan daye. Tevlîbûna wî ya 3ʼyê Cotmeha 2018ʼan a li Nurnbergê jî weke delîla sûc hat hesibandin. Dozger Federasyona Demokratîk a Elewiyan weke rêxistina sûc bi nav kir û ji Acîl re jî got, endamê rêxistina terorê.
Dozgerê Elman, axaftina Yilmaz Acîl bi parlamenterên HDPʼê re jî weke sûc hesiband. Ji bo ku cenazeyê Umit Acar ê ku ji bo protestoyê canê xwe dabû ber êgir, bişîne welatê wî, bi parlamenterê HDPʼê re peyivî bû.

Kulîlk kirîne çawa wî negirin!

Hin ji delîl û hincetên îdîanameyê jî êdî ji trajîkomediyê jî dibihurin. Ji bo teziyeya 22´ê Îlona 2019´an a li Augsburgê, dozgerî dibêje, "Ji bo taziyê tohmetbar kulîlk kirîne, wî paqijiya hola taziyê kontrol kiriye û çop avêtine."
Dozger bi giştî beşdariya 37 çalakiya di navbera 2016 û 2020ʼan de weke sûc xiste stûyê Yilmaz Acîl. Lê ev çalakî hemû jî qanûnî ne. Tevî vê jî, Dadgeha Bilind a Eyaletê biryar da ku ji ber "endametiya PKKʼê" Yilmaz Acîl bê girtin.