Kurd wê bi vê têkoşînê serkevin

În 23 Sibat 2024 - 00:39

KCK'ê hemû fermandar û gerîlayên HPG û YJA Starê yên tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan bûn pîroz kir û hişyarî da pêşmergeyan ku xwe ji çeperên artêşa Tirk vegirin.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye:"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan re careke din derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker xistin, kirin ku dewleta Tirk a mêtinger qirker bi rengekî giran têk biçe. Em vê çalakiya serketî silav dikin ku di çarçoveya Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan hate lidarxistin û hemû fermandar û şervanên tevlî vê çalakiyê bûn ji dil pîroz dikin û silav û hêviya xwe ya serketinê pêşkêş dikin. Her wiha em Fermandariya xwe ya Biryargena Navenda Parastina Gel jî pîroz dikin. Di şexsê hevalê Şervan Varto de ku di vê çalakiyê de bi lehengî şer kir û şehîd bû, em careke din şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan bi hurmet û minetdariyeke mezin bi bîr tînin, li pêşiya bîranînên wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin, soza xwe ya serketin û dilsoziyê ya ku me dane şehîdan nû dikin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan re nîşan dan ku bi çi rengî nêzî rastiya şehîdan dibin, bi çi rengî dilsozê bîranîna şehîdan e. Ev nêzîkatiya gerîla nêzîkatiya PKK'ê ya li rastiyan şehîdan bêkêmasî nîşan dide, temsîl dike. 

Ew ê hesab ji xayînan bê pirsîn

Gerîla bi vê çalakiya xwe careke din nîşan da ku xwedî wê hêz û hunerê ye ku li dijî dagirkeriyê dikare Kurdistanê biparêze. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst li hemberî çalakiyên gerîla diheje, konsepta xwe ya tasfiye û qirkirinê têk diçe. Lê belê desthilatdariya AKP-MHP'ê têkçûna xwe vedişêre, nikare lê mikur bê. Têgihiştina desthilatdariya AKP-MHP'ê ya bi destê artêşa dagirker, MÎT, çete û nokerên xwe gerîla têk bibe û Kurdan qir bike, nêzîkatiyeke bêbingeh e. Doza rewa ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û gelê Kurd têk naçe. Bêguman gelê Kurdistanê wê di demeke nêz de desthilatdariya faşîst têk bibe û hesab ji xayinên noker bipirse. Ev dem dûr nîne, nêzîk e.

Kes piştgiriyê nede AKP-MHP’ê

Divê rewşenbîrên Tirkiyeyê, rojnamevanên xwedî wijdan û berpirsyariyê ji civakê re qala rastiya AKP-MHP'ê bikin, civakê li pêşberî rastiyan serwext bikin. Polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bilî felaketê tiştekî din nayne serê Tirkiye û gelan. Polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên dijminatiya li Kurdan herî zêde zerarê dide Tirkiyeyê û gelên Tirkiyeyê. Her roja ku desthilatdariya AKP-MHP'ê Tirkiyeyê bi rê ve dibe Tirkiye hinekî din ber bi felaketê ve diçe. Gelên Tirkiyeyê, hêzên demokratîk sosyalîst divê li her qadê hîn bêhtir piştevanî û tifaqê bi gelê Kurd re bikin û ji bo hilweşandina vê desthilatdariya faşîst têkoşînê xurt bikin. Me berê jî ragihandibû ku divê pêşmerge xwe nêzî çeperên artêşa Tirk nekin. Di serî de pêşmerge divê hemû hêz xwe ji artêşa Tirk a dagirker û çeperên wan vegirin. Divê kesek li gel polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP a faşîst û dewleta Tirk nesekine, piştgiriyê pê re neke."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.