Kurd û dostên xwe li ser piyan bûn

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 28 Kanûn 2022 - 01:49

Kurd û dostên xwe li gelek navendên Ewrûpa û Skandînavyayê li dijî komkujiya Parîsê hatin ba hev û komkujî şermezar kirin.

 

Rennes

Kurdistaniyên li bajarê Rennesê yê Fransayê li Place du Colombierê kom bûn, daxuyanî dan û belavok belav kirin. Piştî mîtîngê, xelk ber bi navenda bajêr meşiya. 

Di axaftinan de hate gotin; ‘’Em weke gelê Kurd, bi hêrs û serhildana xwe hesabê vê komkujiyê bipirsin.’’

 

Lorient

Li bajarê Lorientê jî bi tevlîbûna gelek rêxistinên çepgir û sivîl, Kurdistanî û dostên wan, li qada Aristide Birandê çalakî lidarxistin. Çalakger heta navenda bajêr meşiyan û li vir mîtîng lidarxistin.

Di çalakiyê de Rojnamevan Guler Yildiz axivî û got; heta komkujî were ronîkirin, ew ê li meydanan bin.

 

Montpellier

Kurdistaniyên li bajarê Montpellierê jî ji bo şermezarkirina komkujiyê daketin meydanan.

Çalakger li qada Comedy kom bûn. Piştî rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan, xelk ber bi avahiya walîtiya bajêr meşiyan û careke din vegeriya qada Comedy. 

Di axaftinan de hate gotin; ‘’Dewleta Fransayê edalet û azadiyê naparêze. Terorîst û rejîma Erdogan a faşîst diparêze. Tavilê hêzên li pişt komkujiyê werin eşkerekirin.’’

 

Hamburg

Bi heman armancê bi hezaran kes li bajarê Hamburg ê Elmanyayê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn û Meclîsa Gel a Hamburgê hatin ba hev û komkujî şermezar kirin.

Xelkê tevlî çalakiyê bûn gotin; ‘’Em ê li pey şopa Evînan bimeşin û hesab bipirsin.’’

 

Viyana

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê jî ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê merasîma bîranînê hate lidarxistin. 

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan axaftin hatin kirin û hate gotin; ‘’Piştî 10 salan heman komkujî diqewime. Hîna hêzên li piştî kesên ku Sara, Rojbîn û Ronahî qetil kirin, nehatine eşkerekirin. Em vê qebûl nakin.”

 

Helsinki

Li paytexta Fînlandiya Helsinkiyê jî komkujiya Parîsê ya 2’yan hate protestokirin.

Çalakî ji aliyê rêxistinên Kurdan NCDK, PJAK, KJAR û Komele-Rêxistina Kurdistan a Hizba Komûnîst a Îranê ve hate organîzekirin.

Gelek dostên Kurdan tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê NCDK’ê daxuyaniyek bi zimanê Fînî hat dayîn û li ser navê Komeleyê jî daxuyaniyek bi zimanê Kurdî hat dayîn. 

Di axaftinên hatin kirin de hat gotin ku destê dewleta Tirk di nav vê komkujiyê de heye, lewma divê Fransa û Ewropa bi giştî li dijî dewleta Tirk rabin. 

 

Almavîr-Ermenistan

Komkujiya Parîsê ya 2’an li gundê Areksê yê herûma Almavîr a Ermenistanê jî hate şermezarkirin.

Parlemanter Kinyaz Hesanov, Endama Yekîtiya Jinên Azad Çîçek Rizgar, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û Endamê Komîteya Kurdistanê Mîlo Keleşyan jî li cihê çalakiyê amade bûn û axivîn. Di axaftinan de hat diyarkirin ku Komkujiya Parîsê ji aliyê Enqereyê ve hatiye plankirin û hate gotin: “Dewleta Fransa ji bo ku hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re dernekeve, çi ji destê tê dike û ser komkujiyê dinixûmîne. Em wek gelê Kurd bang li dewleta Fransa dikin ku bila vê komkujiyê ronî bike û nebe hevkarê dewleta Tirk.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.