Kurd tên tecrîd kirin

Pêncşem 25 Tîrmeh 2024 - 00:15

Endamên Meclîsa Navçeya Şêran a Kobanê dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan helwest nîşan dan, gotin tecrîd nişana wê ye ku dewleta Tirk çendî ji fikr û ramanên Ocalan ditirse. Endamên meclîsê her wiha gotin di şexsê Ocalan de tecrîd li ser gelê Kurd tê danîn.

Ev 4 sal in dewleta Tirk a dagirker nahêle ku bi ti rengî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan were standin.  Ji bo 3 mehan qedexeyeke din a hevdîtina bi malbatê re dan Rêber Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş. Têkildarî vê yekê şêniyên Kobanê ji axivîn.

Hevserokê Meclîsa Navçeya Şêranê Xelîl Mehmûd ku yek ji wan kesan e ku Abdullah Ocalan dîtî ye, diyar kir ku tevahî hêzên desthilatdar ji fikrên Rêberê Abdullah Ocalan ditirsin û got: "Divê gelê me êdî rabe ser piyan, em deyndarê Rêber Apo ne. Ev tecrîda heyî jî bi destê NATO û tevahî rêxistinên ku qaşo dibêjin em ji bo mafê mirovan hatine erkdarkirin, tê pêkanîn. Kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn tenê li îmraliyê ye.

Em ê Rêberê xwe azad bikin

Em êdî xwedî îrade ne, em ê li ber xwe bidin û Rêberê xwe azad bikin. Ev bû 4 sal ti agahî ji Rêberê me tune ye, em ê êdî vê tecrîdê dawî lê bînin û em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

Ji Rêber Apo ditirsin

Endamê Meclîsa Navçeya Şêranê Mustafa Hemî jî têkildarî tecrîda li ser Rêber Ocalan û cezayê nû hatî dayîn, ev nirxandin kir: " Tecrîd di hundirê tecrîdê de li ser Rêber Apo dane ferzkirin. Dixwazin di şexsê Rêber Apo de hemû Kurdan tecrîd bikin. Ew ji fikrên Rêber Apo ditirsin, lewma desthilatdarî naxwaze peyamek ji Rêber Apo derkeve. Ne tenê dewleta Tirk lê tevahî dewletên desthilatdar û NATO û hemû dewletên hegemon vê tecrîdê li ser Rêber Apo didin meşandin, roj bi roj tecrîd girantir dibe, lê hemû dinyayê xwe ji vê yekê re kor kiriye û bêdeng kiriye. Ew jî diyar dibe ku ev tecrîd bi destê hemûyan tê pêkanîn."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.