Li Elmanyayê Gokmen Ç. parastina xwe ya siyasî kir li beramberî Dadgeha Eyaletê ya Koblenzê. Ew li wir ji ber xala 129b ya qanûna ceza ya Elman tê dadgehkirin. Ev xala qanûnê bi zanîn ji bo dadgehkirina nexasim jî çalakger û siyasetvanên Kurd hatibû sêwirandin. Siyasetvanê Kurd Gokmen Ç. ji dadgehê re got, “Dixwazin xebatên min ên siyasî yên di çarçoveya KCDK-E‘yê de terorîze bikin”.
Doza li dijî siyasetvanê Kurd Gokmen Ç.’yî li bajarê Elmanyayê Koblenzê li Dadgeha Eyaletê dewam kir. Vê hefteyê Gokmen Ç. xwe li dijî tohmetan parast.
Gokmen Ç. got, ji bo destekê bide têkoşîna miletê Kurd a wekhevî, edalet û azadiyê wî xebatên demokratîk, siyasî û çandî kirine û bi vê dozê ev xebatên hanê têne krimînalîzekirin. Gokmen Ç. di parastina xwe de got, “Kirinên min ne sûc in. Ez yeqîn dikim ku xebatên ez dikim ti zirarê nakin li Elmanyayê, li miletê Elman û demokrasiya wî. Heta, ez dikarim bibêjim, xebatên ku weke sûc bi wan têm tohmetbarkirin, zirarê nadin Tirkiyeyê û nadin di miletê vê dinyayê. Berevajî vê, têkoşîna li dijî rejîmên paşverû, faşîst û dijdemokratîk li xêra her kesî ye, her kesê ku alîgirê demokrasî, wekhevî, azadî û mirovahiyê ye.“
Ji 1993’yan ve Kurdan krîmînalîze dikin
Wî bi bîr xist ku KCDK-E li gorî qanûnên Yekîtiya Ewrûpayê hatiye damezrandin, xebatên wê yên di bin banê wê de siyaseta demokratîk e, tevî vê jî bo vê dozê ew bi “terorîzmê” hatiye tohmetbarkirin.
Wî got, qedexekirina PKK’ê ya sala 1993’yan ji bo krîmînalîzekirina gelê Kurd bi kêr hatiye û ew jî ji ber heman qedexeyê tê dadgehkirin. Wî got, “Di îdîanameya dozgeriyê de yek sûcê tenê jî nîne.”
Hêviya biryareke adilane
Gokmen Ç. di parastina xwe de got, tevahiya xebatên wî di bin banê KCDK-E’yê de ne û qanûnî ne. Wî wiha dewam kir: “Hêvî dikim hakimên ezîz doza min di çarçoveya wê de binirxînin. Xebatên min kirî hemû demokratîk in, di bin banê KCDK-E’ya fermî de ne û ti zirara wan li Elmanyayê nebûye. Heger ileh li terorîstekî digerin, ji bo ku gunehbar bikin, ev ne miletê Kurd e. Di nava rejîmên Tirk, Fars û Ereb de lê bigerin ku ev bi dehan sal in zilmê li miletê Kurd dikin. Girtîbûna min tenê kêfa rejîma Erdogan tîne, û wê xurt dike. Zirarê dide Kurdan. Hêvîdar im ku sîstema hiqûqê ya Elman destûrê nede vê yekê; biryara girtina min betal bike û biryareke adilane bide.“
Rûniştina bê ya doza Gökmen Ç. wê 9’ê Sibatê pêk bê û hingê jî çav li rê ye, heyeta dadgehê biryara xwe bide.
NAVENDA NÛÇEYAN