Kurd li Kerkûkê bi serketin
Çarşem 20 Kanûn 2023 - 00:35
Li gorî endamên ne fermî Kurdan li Kerkûkê serkeftineke mezin bidest xistin. Serkeftina Kurdan li xweşa Eniya Tirkmen û Ereban neçû.
Pêr li seranserê Iraqê hilbijartina encûmenên parêzgehan pêk hat, li gorî komisyonê herî zêde dengdêr li Kerkûkê tevlî hilbijartinê bûne.
Li gorî agahiyan, dibe ku YNK li Kerkûkê 6 heta 7 kursiyan bidest bixe. Tê gotin PDK 1 û Nifşê Nû jî wê kursiyekê bidest bixe. Serkeftina Kurdan a li Kerkûkê li xweşiya Eniya Tirkmenan ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike neçû. Li aliyek din jî lîsteyên Iraqî li Kerkûkê ji bo bidestxistina piraniya kursiyan bi hemû hêza xwe kar dikirin. Serketina Kurdan a li Kerkûkê li gel Tirkmen û Ereban bûye sedema nerazîbûnê. Li ser vê yekê Erşed Salihê Tirkmen ku ji aliyê MÎT’a Tirk ve piştgiriya wî tê kirin, anî ziman ku ew ê giliyê komîsyona hilbijartinê bike.
NAVENDA NÛÇEYAN