Kurd li dijî Salihî bûn yek

Sêşem 19 Tîrmeh 2022 - 22:30

  • Aliyên Kurd ên Kerkûkê ji ber heqaretên Parlamenterê Tirkmen Erşad Salihî yên li şehîdên 1963’yan, wê giliyê wî bikin.

Aliyên Kurd ên Kerkûkê ji ber heqaretên Parlamenterê Tirkmen Erşad Salihî yên li şehîdên 1963’yan, wê giliyê wî bikin.

Li Malbenda 2 ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Kerkûkê doh aliyên Kurd ên li Kerkûkê civiyan. Piştî civînê, têkildarî heqaretên  Parlamenterê Tirkmen ê Parlamentoya Iraqê Erşed Salihî yên di kanaleke televîzyonê de yên li şehîdên 1963’yan ên Kerkûkê kirî, daxuyaniyek hevbeş dan.

Wan got, “Em bi tundî gotinên Parlamenter Erşed Salihî şermezar dikin ku di 15’ê Tîrmeha 2022’yan de li beşê Tirkmenî yê kanalê Iraqiye de bi dengekî nehêja û bêberpirsyarane li hemberî Kerkûkiyan axivî. Dûrî pîvanên jiyana bi hev re bû û bêrêziyeke mezin li şehîdên sala 1963’yan kir ku di wê salê de 29 Kurd hatin bidarvekirin, weke sûcdar binav kirin. Ev yek li dijî vê koma şehîdan sûcekî nerewa ye.”

Wan gotinên Erşed Salihî weke “têkdana aştiya nîştimanî” bi nav kir û wiha dewam kir: “xizmetê ji jiyana bi hev re ya aştiyane ya li Kerkûkê re nake. Ji bo me hemûyan eşkere ye kesekî berjewendîperest e û di nava Kerkûkiyan de jê nayê heskirin, heta di nava pêkhateya Tirkmen de jî.”

Aliyên Kurd bang li aliyên siyasî yên Tirkmen kir da ku li hemberî wî xwedî helwêsteke zelal bin.

Aliyên Siyasî yên Kurd ên Kerkûkê biryar dan ku giliyê Erşed Salihî bikin: “Em mafê xwe dibînin ku li gorî benda 7´ê ya destûra Iraqê û madeyên 200, 383 û yasaya hejmara 111 ya ceza ya Iraqê ya sala 1926’an giliyê vî parlamenterî bikin.”

ROJNEWS / KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.